‘Êrîşên li hemberî Şengalê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê yê’

Derbarê êrişên li hemberî Şengalê de TJA, KCD, DBP û HDP daxuyaniyek dan û gotin: "Êrişên li hemberî Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ'ê ne cudatir e. Dem dema xwedîderketine li îradeya Şengalê ye."  

Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên Arteşa Tirk a li hemberî Şengalê li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP’ê daxuyaniyek dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, aktîvîstên TJA’ê Hatîce Şen beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Em êrîşên li dijî Şengalê şermezar dikin’

Di destpêka daxuyaniyê de Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku êrîşên li hemberî Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê ne cudaye û got: “Êrîşên li ser Şengalê bi tu awayî nayê qebûlkirin û em bi tundî şermezar dikin. Heya ku Şengal xweseriya xwe ava bike em ê têbikoşin. Yên ku li hemberî wan êrîşan bêdeng dimînin xwedî heman zîhniyeta qîrêj in.”

‘Êrîşên li hemberî Şengalê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê yê’

Salîha Aydenîz da zanîn ku ew 3 rojên dawiyê dewleta tirk Şengalê bomberan dike û bi wan gotinan êrîşên li ser Şengalê şermezar kir: “Êrîşên li ser Şengalê berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê yê. Dixwazin fermana 74’emîn pêk bînin. Em wek partiyên siyasî êrîşên li hemberî Şengalê şermezar dikin. Duh bomberandina li nexweşxaneyê hem ji ber bêdengiya Iraq û Heremê Federal a Kurdistanê hem jî ji ber bêdengiya Yekitiyên hêzên Ewropayê ye. Êrîşên li hemberê Şengalê nîşaneya dijminatiya hebûna kurda ye. DAIŞ’ê li Şengalê bi hezaran jinan revand û li bazaran firot. Bi hezaran kesan qetil kir. Şêniyên Şengalê çawa ku li hemberê wê zîhniyeta qirêj li ber xwe daye û di azadiya xwe de israr dike niha jî di heman helwestê de ye.”

‘Êrîşên li ser Şengalê bê tehemûliya kurdan e’

Hatîce Şen jî diyar kir ku li hemberî kurdan bê tehemûliyek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro êrîşên li ser Şengalê jî ne ji wan cudatir e. Ev demek dirêj e li hemberê Şengalê polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Em wek TJA’î ew plan û êrîşên li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin.”

‘Dem dema xwedî derketina Şengalê ye’

Herî dawî jî parlamenter Feleknas Uca axivî û destnîşan kir ku êrîşên li ser Şengalê gihîştiye asteke hovane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çiqas êrîşî Şengalê bikin jî têr nabin. Ew êrîş lîstik e. Çawa ku bi ew peymana Şengal-Hewlêr xwestin civaka êzidî bê îrade bihêlin îro jî bi heman polîtîkayan dixwazin bi wan êrîşan civaka êzîdî bê îrade bihêlin. Dixwazin Şengalê ji civaka êzîdî bê vala kirin û Şengalê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Em hemû dizanin ku civaka êzîdî li gel hemû jenosîdan ji erdên xwe neçûn. Em dizanin ku bi çûyîna Kazimî tiştên ku li Şengalê pêk tên ne tesadûfî ye. Ji ber ku Kazimî li wir bi xweseriya Şengalê ve wê hevdîtin bikira. Gelê Şengalê di salvegera jenosîda 7’emîn de ji bo xweseriya xwe bi israr in. Di van demên dawîn de jî bi destê dewleta tirk li Şengalê gef dihat xwarin û piştî wan gefan ew êrîşên hovane ne tesadûf in. Lê tevî van yekan divê hemû kes xwedî li Şengalê derkevin. Dem dema parastina Şengalê ye. Dem dema xwedîderketine li îradeya gelê Şengalê ye. Heke Şengal biçe wê ji Kurdistanê jî parçeyek biçe.”

JINNEWS-AMED

Show More
Back to top button