Komîta Tendirustiyê ya Mexmûrê êrişên ser Şengalê şermezar kir

Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Şengalê şermezar kir.

Di saetên êvarê de Komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî li ber Nexweşxaneya Şehîd Cîhad bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Şengalê şermezar kir. Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta şehîdên Şengalê de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê li ser navê Komîteya Tendûristiyê Huseyîn Gûzereşî daxuyanî da.Huseyîn Gûzereşî bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk û wiha got: “Dijminê dagirker êdî li hember ti nirxan tehemûl nake, bi hemû hêza xwe êrîşê destkeftiyên Kurd dike û dixwaze gelê Kurd tine bike. Beramberî êrîşên dewleta Tirk berxwedaniyek bê hempa heye. Dijmin nikare gerîla, ji ber wê serî li rebazên bê exleqane dide, kîmya bikartîne. Şehîdên me ji gorên wan derdixînin. Beranberî nexweşxane û birîndarên gelê Êzidî, Asûr, Erep û Sûryan êrîşan pêktînin. Em wek Komîteya Tendûristî ya Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin.”

Gûzereşî herî dawî bang li saziyên tendirustiyê yên cihanê, saziyên mafên mirov û kesên azadîxwaz kir ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û xwedî helwestbin.

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ , ‘ Bijî Serok Apo’ û ‘ Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

ROJNEWS-MEXMUR

Show More
Back to top button