Hêrsa dayika Êzidî dijî nûçeyên derew: Ma hûn şerm nakin? 

Dayika Êzidî Neam Bedel bertek nîşanî nûçeyên televîzyona K24 yên têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên liser Şengalê dan ev bang kir: “Ma hun hîç şerm nakin, bes derewan bikin.”

Dema ku balafirên dewleta Tirk ên dagirker di 16’ê Tebaxa 2021’an de wesayita Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen bombebar kir, televîzyona K24 ya nêzî PDK’ê, nûçeya têkildarî mijarê wekî êrîşa li hemberî PKK’ê nîşan da. Li aliyê din bombebarana li hemberî Nexweşxaneya Sikêniyê qet nehat dîtin û ev 2 roj in tu nûçe an jî agahî derbarê vê êrîşê de nedane.

Dayikên Êzidî jî li hemberî vê nêzîkahiyê nerazîbûn nîşan dan. Dayika bi navê Neam Bedel got: “Her carê bi mebesta PKK’ê van êrîşan dikin lê herkes baş dizane ku yên tên hedefkirin keç û xortên Êzidî, pêşeng û parêzvanên Şengalê ne.” Dayê Neam ji bo Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen jî got: “Ew ji fermana 2014’an heya niha li ber ax, ol, bawerî û çanda xwe sekiniye û di oxira Êzdayetiyê de şehîd ketiye.”

‘K24 hîç şerm nake’

Dayê Neam bi gotinên hişk bertek nîşanî nûçeyên K24 yên li hemberî civaka Êzidî da û wiha dom kir: “Kurdistan24 û hemû kesên ku vê êrîşê wekî êrîşa li hemberî PKK’ê nîşan dide, em şermezar dikin. Seîd Hesen pêşengê civaka Êzidî bû. Ev hîç şerm nakin, eger şerm bikirana navê Kurdistanê jî li ser wan e, wisa nedikirin. Li ber şerma xwe nakeve. Însanê li ber axa xwe, zimanê xwe, netewa xwe nekeve, guh nade tiştekî û şerm nake.”

‘Bila derewan nekin’

Daye Neam bang li hemû sazî û dezgehên ragihandinê kir ku rastiyan bigihînin raya giştî û wiha pê de çû:  “Em wek dayikên Êzidî, dayikên şervanan, em ji wan re dibêjen şerm e ji we re , bes derewan bikin. Bila tu kanalên ragihandinê tu derewan nekin ku bêjin teyare li PKK’ê da. Rast e teyare bi navê Tirkiyeyê bû lê bi desteka hikumeta Iraqê û hikumeta Hewlêrê bû. Em her du hikumetan jî şermezar dikin. Dewleta tirk tê di nav Şengalê de, li ser axa me li zarokên me dixe li pêşengên me dixe û dibêje me li PKK’ê daye. Em ê wek gelê Êzidî heta dawiyê li ber xwe bidin.”

ROJNEWS-ŞENGAL-ÊZDÎN ŞENGALÎ

 

Show More
Back to top button