KCK: Tirkiye careke din nîşan daye ku hevkarê DAIŞ’ê ye 

Hevserokatiya KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk careke din nîşan daye ku hevkarê DAIŞ’ê ye û ji ber ku qada hewayî ya Şengalê dibin kontrola Amerîkayê de ye, ew jî ji êrîşan berpirsyar e. KCK’ê bal kişand ku bi êrişên dewleta Tirk tê xwestin îradeya Êzidiyan bê şikandin û ev peymana dijî Şengalê bê bicîhanîn. Hevserokatiya KCK’ê diyar kir ku ji bilî berxwedanê, nepêkane azadiya Êzidxanê û xwerêveberî bê misogerkirin. Lewma bi berxwedanê wê xweserî û xwerêveberiya Êzidxanê misoger bibe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ji malbatên şehîdan û tevahiya civaka Êzidî sersaxî hat xwestin û şifaya xêrê ji birîndaran hat xwestin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dewleta Tirk careke din êriş biriye ser Şengalê, bi vî rengî nîşan daye ku hevkarê DAIŞ’ê ye û wiha hat domandin:

“Bi balafirên şer êriş bir ser wesayita yek ji pêşengên civaka Êzidî Seîd Hesen ku li dijî êrişên DAIŞ’ê li refên herî pêş liber xwe dida û pêşî li êrişa qirkirinê ya DAIŞ’ê girt. Di vê êrişê de rêberê gelê Êzidî Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê biraziyê wî Îsa Xwedêda şehîd bûn. Em ji malbatên wan ên hêja û tevahiya xelkê Êzidî re sersaxiyê dixwazin û pê bawer in ku Êzidxan a azad û xweser a ku hesreta wan bû, wê pêk were. Rojek piştî vê êrişê, vê carê êriş birin ser nexweşxaneyek li Şengalê û di encamê de şervanên YBŞ’ê Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Xidir Şeref (Pîr Xidir), Ramî El Salim (Ronî), Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar) û kedkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Mûhlîse Sîdar şehîd bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan û tevahiya gelê Êzidî re dixwazin û ji 4 kesên birîndar bûne re şîfa xêrê hêvî dikin.”

‘Şehîd Seîd Hesen baweriya xwe bi fikra Rêbertiyê anî’

Di berdewama daxuyaniyê de li ser kesayeta Şehîd Seîd Hesen hat rawestîn û wiha hat gotin: “Ji pêşengên leşkerî û siyasî yên xelkê Êzidî Şehîd Seîd Hesen baweriya xwe bi fikrên Rêbertî anî bû. Qedir û qîmeta ku Rêber Apo dide Êzidiyan dilsoziyeke mezin pê re çêkiribû. Ji bo Êzidiyan di çarçoveya fikrên Rêber Apo de perwerde û bi rêxistin bike, pêşengî ji damezrandina Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (TEVDA) re kir. Ji sala 2004’an heta sala 2014’an bi berpirsyariya TEVDA’yê rabû û ji bo xurtkirina hişmendiya demokrasî û azadiyê li nava Êzidiyan hewl da.

Şehîd Seîd Hesen ku rêberê xelkê Êzidî bû, bi helwesta xwe ya li dijî DAIŞ’ê ispat kir ku ew rêberekî rasteqîn ê Êzidî ye. Dema ku DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê cihê xwe di nava 12 gerîlayan de girt ku pêşî li êrişa qirkirinê ya DAIŞ’ê girtin. Tevî malbat û eşîra xwe, pêşengî ji wê yekê re kir ku xelkê Êzidî li Şengalê bimîne. Li dijî êrişên qirkirinê, weke îradeya hebûnê ya xelkê Êzidî li Şengalê mil bi mil li gel gerîla li ber xwe da û sekna xwe ya Derwêşê hemdemî nîşan da. Eger tevî deh hezaran mirovên ji xelkê Şengalê li gel serma zivistanê û germa havînê, li gel her cûre bêderfetiyan li çiyayê Şengalê nemabûya, xelkê Êzidî wê îro bêxak bûya. Dibe ku Êzidî careke din nekarîbûna li Şengalê vegerin. Lewma Şehîd Seîd Hesen mîna Derwêşê hemdemî li gel gerîla êrişên qirker ên DAIŞ’ê şikand. Ji ber vê yekê jî wê ti carî ji aliyê Êzidiyan ve neyê jibîrkirin.

Li gel fermandarên mezin ên gerîla Dilşer, Egîd û Nûjîn mil bi mil li dijî DAIŞ’ê şer kir. Gerîlayên leheng ên ku DAIŞ rawestandin, xwe spartin Şehîd Seîd Hesen û hem li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dan, hem jî xelkê Êzidî li warê wan li Şengalê hiştin. Vê rastiyê raxist pêş çavan ku rêberê xelkê Êzidî Şehîd Seîd Hesen çiqasî bi xelkê xwe, bi şehîdên fermana 72’an re dilsoz bû. Şehîd Seîd Hesen di serî de keça xwe Şehîd Bêrîvan Şengal gelek xizmên xwe di têkoşîna azadiya Êzidxanê de şehîd da û ji bo afirandina Êzidxana azad û xweser nîşan da ku xelkê Êzidî divê bi vê helwestê tevbigere.

Derwêşê Hedem

Derwêşê hemdem Şehîd Seîd Hesen tevî Dilşer, Egîd û Nûjînan di têkoşîna avêtina DAIŞ’ê ji Şengalê de, YBŞ ava kir û Êzidxan kir xwedî hêza xweparastinê. Eger îro Êzidî xwedî hêza xweparastinê be, rola Seîd Hesen gelekî mezin e ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû. Şehîd Seîd Hesen tevî rola xwe ya li damezrandina YBŞ’ê, di avakirina meclîsa Şengalê de jî tevî Mam Zekî yê Êzidiyan bi rola pêşengiyê rabû. Weke dîwana kongreyê kir ku meclîs bê avakirin û bi vî rengî weke damezrînerê xweparastin û xwerêveberiyê cihê xwe yê nemir di dîroka Êzidiyan de girt. Êzidî wê vê pêşengî û keda Şehîd Seîd Hesen ji bîr nekin. Hewldanên wî wê teqez bi Êzidxana Azad bên tacîdarkirin.”

‘Dixwazin îradeya Êzidiyan bişikînin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di demeke dihate gotin wê Serokwezîrê Iraqê Kazimî biçe Şengalê ev êriş hateye kirin û ev tişt hatin gotin: “Ev yek jî nîşan dide êriş plankirî ye. Li ser zexta dewleta Tirk, li ser şantaja PDK’ê di navbera Iraq û PDK’ê de li hevkirinek hatibû çêkirin. Bi êrişên dewleta Tirk re tê xwestin ku îradeya Êzidiyan bê şikandin, ev peyman bi cih bê anîn û Êzidxan li rewşa beriya Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bê vegerandin. Heman piştî êrişa dewleta Tirk Serokwezîrê Iraqê Kazimî ragihand ku wê peymana li ser Şengalê bi cih were anîn û balafirên şer ên Tirk jî bombe li nexweşxaneyek li Şengalê barand. Ev yek jî radixe pêş çavan ku bi tasfiyekirina xweparastin û xwerêveberiya Êzidiyan dixwazin Şengaleke welê biafirînin ku Êzidî bi temamî lê bêne qirkirin. Li hemberî vê rewşê, erk û wezîfeya dikeve ser milê xelkê Êzidî, dost û mirovên xwedî wijdan û bi edalet, ew e ku li dijî êrişan li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê nepêkane ku Êzidxan azad û xweser bibe. Dibe ku berdêl bêne dayin, lê belê bi berxwedanê wê xweserî û xwerêveberiya Êzidxanê teqez misoger bibe.”

‘Şebekeya xiyanetê hatiye rêxistinkirin’

Di daxuyaniyê de îşaret bi xiyaneta dibe sedema êrîşan hat kirin û wiha hat gotin:  “Bêguman eger li nava Şengalê xayin û noker tune bûna, êriş bi vî rengî nedibûn. Li Şengalê şebekeyeke xiyanetê hatiye birêxistinkirin. Ev jî îstîxbaratê dide dewleta Tirk ku mîna DAIŞ’ê dijminê ol û nasnameyên cuda ye. Şehîd Seîd Hesen li dijî komkujiyên DAIŞ’ê û revandina bi hezaran jinên Êzidî gelekî bi hêrs bû. Li dijî nokerî û xiyanetê gelekî bi hêrs bû. Jİ ber vê yekê êriş birin ser rêberê xelkê Êzidî Seîd Hesen. Vê rastiyê careke din raxistiye pêş çavan û nokerî û xiyanet ji bo tevahiya gelê Kurd birîneke mezin e. Ji bo dermankirina vê birînê jî divê Êzidxan a Azad pêk were.”

‘Divê Iraq helwest nîşan bide’

Di domdariya daxuyaniyê de hati diyarkirin ku êşî ne tenê li ser Şengal û Êzidiyan e û wiha hat domandin: “Pêkhatina vê êrişê di demeke ku Kazimî wê bihata de çêbûye, ev jî nîşan dide ku êriş ne tenê li ser Şengalê û Êzidiyan e. Ev êriş di heman demê de êrişa li dijî Iraqê û gelên Iraqê ye. Lewma divê Iraq li hemberî êrişa li ser Şengalê helwestekê nîşan bide. Eger li hemberî vê êrişa li ser Şengalê ku parçeyek ji Iraqê ye helwesteke bêdeng bê nîşandan, ev ê bê wateya pêkanîna pêleke nû ya êrişên DAIŞ’ê li ser Şengalê. Ji ber vê yekê Êzidî jî, gel hemû jî, her kesên xwedî wijdan û bi edalet ji Iraqê dixwazin ku li hemberî dewleta Tirk helwestekê nîşan bide.

‘Amerîka berpirsyar e’

Têkildarî rola hêzên biyanî ya di êrîşan de jî di daxuyaniyê de ev nirxandin hatin kirin. “Ji vê êrişa li ser Şengalê DYA jî berpirsyar e. Qada hewayî di fermiyetê de bi ser Iraqê ve be jî, bi esasî kontrola wê di destê DYA’yê de ye. Lewma ji her êrişa hewayî ya li ser Şengalê, ji her windahiyan DYA jî berpirsyar e. Bêdengiya li hemberî êrişa li ser gelê Êzidî, bêdengiya li hemberî êrişa li dijî rêberekî gelê Êzidî ku li dijî qirkirinê û DAIŞ’ê li ber xwe dan, di heman demê de bêdengiya li hemberî êrişa DAÎŞ’ê ye. Ji xwe dewleta Tirk dixwaze armanca DAIŞ’ê bi rêya van êrişan temam bike.”

‘Divê xweseriya Şengalê bê qebûlkirin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrişên dewleta Tirk careke din nîşan dane ku divê xweserî û xweparastina Êzidiyan hem ji aliyê Iraqê ve bê qebûlkirin, hem jî saziyên navneteweyî bipejirîne û ev tişt hatin gotin: “Tenê bi vî rengî pêşî li êrişan dikare bê girtin. Divê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Êzidiyan, Kurdan, bawerî û gelên cuda bêne rawestandin û bi vî rengî nebin hevparê van sûcan. Ji aliyê piraniya mirovahiyê û gelek dewletan ve tê qebûlkirin ku Êzidî hatin qirkirin. Wê demê divê xweserî û xweparastina vî gelî jî bê qebûlkirin. Li hemberî qetilkirina bi hezaran Êzidiyan, li hemberî revandina bi hezaran jinên Êzidî û li pêşberî qirkirina Êzidiyan mirovahî bi vî rengî dikare wezîfeya xwe bi cih bîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de careke din şehîdên Şengalê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Em rêberê gelê Êzidî yê hêja Şehîd Seîd Hesen û şehîdên Êzidî hemûyan careke din bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata hêja û xelkê Êzidî hemûyan re soz didin ku mîna duh, ji niha û pê ve jî em ê bi her awayî piştgiriya wan bikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NUCEYAN

Show More
Back to top button