Gelê Mexmûrê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê bi daxuyaniyeke hat şermezar kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa li ser Şengalê ku ji aliye balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve pek hatibû, li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi  daxuyaniyeke hate şermezar kirin.

Beriya ku daxuyani were xwendin deqeyêk rêz ji bo tevahi Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratik Heci Kaçan daxuyaniyek da û got: “ Îro di êrîşa dewleta Tirk a dagirkerde li navenda Şengalê Fermandar Seîd Hesen û birazeyê wî  tevlî karwanê şehîdan bûn. Seîd Hesen wek pêşengê civaka Ezidî di sala 90’ an heta niha li pey paradigmaya Rêber Apo ji bo yekbûna gelê Ezidî tekoşîn da û xebat meşand. Eger iro civaka Ezidî hatiye parastin ev bi saya keda Rêber Apo û fermandarên wek heval Seîd Hesen pêkhatiye. Seîd Hesen yek ji fermandarên ku 2014’ an li hemberî DAIŞ’ê serê xwe netewandiye û dest ji Şengalê ne berda. Em li beranberi tevahî şehîdên 74 Fermanan bejna xwe ditewinin û wan şehîdan bi rêzdari bi bîrtinin. Serkeftin ya gelê Şengalê ye. Serkeftin ya YBŞ ye. Em silav û heskirinên gelê wargehê ji bo wan dişinin. Em dewleta Tirk û hevkarê wî PDK şermezar dikin.”

Daxuyani bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawi bû.

ROJNEWS-MEXMUR

Show More
Back to top button