Cenazeyên fermandar û şervanê YBŞ’ê tên oxirkirin

Cenazeyên Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye û di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku îro li Şengalê pêk hat de şehîd bibûn, tên oxirkirin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12.00’an de li navenda Şengalê li rêya sûka kevin wesayîtek YBŞ’ê bombebaran kir. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne û 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûne.

Cenazeyên Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda piştî ku veguhestin nexweşxaneya Şengalê, ji bo otopsiyê birin Musilê. Cenazeyên Seîd Hesen û Îsa Xwedê de di vegera otopsiyê de li ser riya Telafer ji aliyê sedan kesan ve bi karwanekî seyareyan hatin pêşwazîkirin.

Cenaze piştre bi karwanê seyareyan birin mala malbatên Hesen û Xwedêda. Li ser daxwaza malbatan cenazeyên Hesen û Xwedêda wê îro bên definkirin.

Cenazeyên şehîdan ji bo definkirinê, bi karwanekî sedan seyareyan ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve derxistin rê.

Piştî ku karwan gihîşt Şehîdgeha li ser çiyayê Şengalê, wê merasîma definkirinê destpê bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button