Ji Fermandayiya YBŞ’ê têkildarî êrîşa ser Şengalê daxuyanî

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku îro li Şengalê pêk hat de, seyareyek wan bûye hedef, şehîd û birîndarên wan hene.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker ku îro li hemberî navenda Şengalê pêk hat de, daxuyaniyek kurt belav kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Îro saet di 12.10’an de dewleta qirker – dagirker a Tirk êrîşek hewayî li ser Şengalê pêk anî. Seyareyek leşkerî di vê êrîşê de hatiye hedef girtin. Di encama êrîşê de şehîd û birîndarên me hene.”

Di daxuyaniyê het diyarkirin ku wê di demeke nêz de agahiyên berfirehtir bi raya giştî re werin parvekirin.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button