Endamê Lijneya Parastina Parlamentoya Iraqê: Êrîş li pêş çavên Kazimî pêk hatiye

Endamê Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî El-Xanimî destnîşan kir ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê, li pêş çavên Mistefa Kazimî pêk hatiye û xwest ku demildest helwest were nişandan.

Elî El-Xanimî derbarê êrîşa balafirên şer a dewleta Tirk ku îro li navenda Şengalê pêk hat de, ji Rojnews re axivî.

Elî El-Xanimî êrîşên ser Şengalê bi tundî şermezar kirin û got: “Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengalê li pêş çavên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hatin. Ev îspat dike ku Tirkiye tu rêz li hemberî serweriya xaka Iraqê nîşan nade. Her wiha rêzdariyê nîşanî pêwendiyên welatên cîran nîşan nade.”

El-Xanimî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Wezareta Karên Derve ya Iraqê û Parlamentoya Iraqê kir ku demildest dijî van êrîşan, di asta navnetewî de bikevin nava hewldanan.

ROJNEWS AJANS

Show More
Back to top button