‘Îrade û cesareta 15’ê Tebaxê heta Şengalê hatiye’ 

Jin û ciwanên Êzidî diyar kirin ku Şengal ev 7 sal in li ser îrad û cesareta pêngava 15’ê Tebaxê li ber xwe dide û gotin: “ew ‘Fîşeka Yekemîn’ îro heya Şengalê hatiye.”

Salvegera 37’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê ku PKK’ê di sala 1984’an de dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerê çekdarî da destpêkirin, li çar aliyên Kurdistanê bi bername û pîrozbahiyên cuda tê pêşwazîkirin.

Li Şengalê jî civaka Êzidî vê roja dîrokî pêşwazî dike. Lê ji bo civaka Êzidî wateyên cudatir jî hene û ji gelek aliyan ve, bi hestên cûda pêşwazî dike. Ji ber ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de Mamê Êzidiyan, Mam Zekî Şengalî di êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd ket. Her wiha di 15’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê komkujiyeke mezin li gundê Koço ê Şengalê pêk anî. Li aliyê din îrade û cesareta ku pêngava 15’yê Tebaxê derxistiye holê, bandor li Şengalê jî kiriye û di rizgarkirina herêmê û avakirina pergala xweser de rolek diyarker lîstiye.

Ji ber vê yekê, roja 15’ê Tebaxê ji bo civaka Êzidî rojekî bi her awayî girîng û watedar e. Bi taybet jin û ciwan, tevahiya civaka Êzidî di wê ferqê de ne ku ev hemû rastî û bûyer bi hev ve girêdayî ne.

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hiço, destnîşan dike 15’ê Tebaxê ji her alî ve rojeke dîrokî û bi nîşan e ji ber ku li hemberî dijmin û dagirkeriyê ‘Fîşeka Yekemîn’ hatiye teqandin û vê rojê wekî roja “Pêngava Cesaretê” binav dike.

‘Egîd Civyan şagirtê Fermandar Egîd bû’

Hiço di nirxandina xwe de diyar dike ku girêdaneke xurt di navbera Pêngava 15’e Tebaxê û berxwedana Şengalê de heye û wiha berdewam dike: “Li Şengalê di fermana 2014’an de, yên ku li hemberî DAIŞ’ê ‘Fîşeka Yekemîn’ berdan, şagirtên Fermandar Egîd bûn. Car din Egîd Civyan hat Şengalê, ew jî şagirtê Fermandar Egîd bû.”

‘Bi cesareta 15’ê Tebaxê Berxwedana Şengalê pêş ket’

Riham Hiço dibêje ku di dema fermanê de tu hêzeke ku parastina Êzidiyan bike nebû lê li Şengalê jî bi hişmendî, bawerî û cesareta 15’ê Tebaxê berxwedan hatiye pêşxistin û wiha lê zêde kir: “Ev 7 sal in li ser wê îradê û cesaretê Şengal li ber xwe dide, xwe birexistin dike. Ew ‘Fîşek Yekemîn’ ku heval Egîd û koma wî teqandin heya roja me ya îro, heya Şengalê hatiye.”

‘Cesaret û îredeya Şengalê ji 15’ê Tebaxê ye’

Riham Hiço bibîrxist ku beriya fermanê civaka Êzidi newêrîbû li hemberî desthilatdaran bisekine lê îro civaka bi keviran, bi çekên xwe, bi îredaya xwe li hemberî hêzên dagirker disekine û ev mînak dan: “Ev îradeya ku derketiye holê, dema ku pêşmergeyên PDK’ê xwestin bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ werin navbera Sinûnê û Xanesorê, ew mînak bû ku cara yekem Êzidî derketin pêşiya wan. Peymana 9’ê Cotmehê mînakek bû. Cesaret, quwet û îradeya vê berxwedanê ji pêngava 15’ê Tebaxê bû.”

‘Pêngava 15’ê Tebaxê li Şengalê jî pêş ket’

Riham Hiço balê dikşîne ser ked û mîrateya ku vê rewşê derxistiye holê û dibêje ku ev rewş bi rehetî di nav çend rojan de derneketiye holê, 37 sal îradeyek ji bo vê civakê wek şopek hiştiye ku îro civaka Êzidî li ser wê cesaretê dimeşe.  Hiço bi van gotinan dawî li nirxandina xwe tîne: “Ev pêngav li Şengalê jî pêş ket. Îro li Şengalê kar û xebatên ku em dikin, têkoşîna ku em didin meşandin bi keda heval Egîd e. Hebûna me ya îro bi wê kedê, bi wê felsefê, bi wê têkoşînê ye.”

‘Civaka Êzidî li ser xeta 15’ê Tebaxê dimeşe’

Yek ji ciwanên ku bandora 15’ê Tebaxê ya li ser Şengalê dinirxîne, endama rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî Sara Şengalî ye. Sara Şengalî jî balê dikşîne ser encamên Pêngava 15’ê Tebaxê û wiha diaxive: “Li ser rêya fermandarê mezin Ş. Egîd heya niha jî ew berxwedan û serhildan berdewam dike. Gelê Kurd bi tevahî û bi taybet jî gelê Êzidî li ser wê şopê dimeşe. Ked û xebata Şehîd Egîd û hevalên wî nehatiye jibîrkirin.”

‘Ciwanên Êzidî li ser şopa Egîd in’

Sara Şengalê jî rojên fermana 2014’an bibîr tîne û dibêje di 30’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de, di Tebaxa 2014’an de, fermandar Egîd Civyan jî wek şopdarê Fermandarê Nemir Egîd hatiye hawara civakê Êzidî û wiha berdewam dike: “Mam Zekî jî di 15’ê Tebaxê de şehîd ket. Ji ber van sedeman ev roj, rojeke pîroz û bi wate ye. Emê jî wek ciwanên Êzidî heta dawiyê ked û berxwedana wan ji bîr nekin û li ser şopa wan bin. Ji bo azadiya Kurdistanê û Êzîdxanê berdewam bikin. Dewleta Tirk a dagirker, dewletên ku Kurdistan ji hev cûda kirine bila bizanin ku tu carî nikarin gelê Kurd, bi taybet jî civaka Êzidî tune bikin.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

Show More
Back to top button