Wedat Hisên li Silêmaniyê hat bîranîn  

Bi boneya pêncemîn salvegera qetilkirina rojnamevan û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên, Rojnews’ê li Silêmaniyê merasîmek bîranînê li darxist. Di merasîmê de hat gotin, “Pênc sal di ser qetilkirina Wedat Hisên re borîn, lê heta niha kujer nehatine girtin û ti pêşketinek di dosya qetilkirina Wedat de çênebûye.”

Di saetên êvarê de li Mala Sindî ya Silêmaniyê ji aliyê ajansa me ve merasîmek bîranînê ji bo rojnamevan Wedat Hisên hat li darxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir. Piştre ji Edîtorên Rojnews’ê Şina Fayeq li ser navê Rojnews’ê peyamek xwend û got: “5 sal di ser qetilkirina Wedat Hisên re borî, lê heta niha ti pêşketinek nû di derbarê dosya qetilkirina wî de çênebûye. Piştî qetilkirina fîzîkî, niha desthilatê bi pereyê dizî yê gel, medyayek mezin avakiriye daku rastiyan berovajî bike.”

Piştre Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed jî axivî û da zanîn, di demekî ku Wedat Hisên tê bîranîn de, hîna li Herêma Kurdistanê rojnamevan di rewşek gelek xirab de ne. Diyarî Mihemed got, raporên navdewletî jî îşaret bi wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan herêmek metirsîdare.

Piştre xelata salane ya Wedat Hisên ku ji aliyê Rojnews’ê ve tê dayîn, pêşkêşî girtiyên Behdînanê hat kirin. Li ser navê girtiyên Behdînanê birayê Şivan Seîd, Ayhan Seîd xelat wergirt.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 13’ê Tebaxa 2016’an nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên li taxa Malta ya Dihokê hat revandin, piştre jî êşkenceyek hovane lê hatibû kirin û li ser rêya Sêmêl-Dihokê hatibû hiştin. Piştî Wedat digihînin nexweşxaneyê ji ber birînên wî yên giran şehîd dibe.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button