Li Şehbayê Komcivîna bi mijara tundiyê

Jinên ku beşdarî komcivîna ji bo tundiya li ser jin û zewaca bi temenê biçûk bûne dan zanîn ku wê bibin bend li pêşiya tundiyê.

 Bi dirûşmeya “Jin jiyane, jiyanê biparêzin” bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê û alîkariya Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Êzîdî, Komîteya Jineolojî ên herêma Efrîn û Meclîsa Jin Azad a Kantona Şehabyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek girêdayî tundiya li ser jin û rêbazên wê yên ku tên meşandin li hola Navenda Çand û Huner a navçeya Ehdas hat li dar xistin. Di komcivînê de 300 nûner ji sazî û dezgehên Rêverberiya Xweser û malbetên Efrînî amade bûn. Hola komcivînê bi alên Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan, her wiha pankertên bi nivîsa “Ji bo tola salan serî hilde”,”Jin jiyan azadî” û “Ji bo tola salan, têk bibin dagirkeran” hatibû xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê siniviziyona li ser berxwedana jinê ji dîrokê û di heman demê de tundiya ku ji aliyê desthiladaran ve li ser hatiye ferzkirin hate pêşandan.

Komcivîn li ser sê bendan hate li dar xistin. Benda yekem ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn Sîdra Hemo ve ku li ser zewca temenê biçuk û bandoriyên wê yên nerênî li ser bedena jinê hate xwendin. Rêvera Yekîtiya jinên Êzîdiyên Rojava Suad Hiso benda duyem a li ser qetilkirina jin û sedemên ku jin ratî tundî û qetilkirinê tê şirove kir. Benda dawî ji aliyê endama Koordinisiyona Kongreya Stara a herêma Efrîn Ferîda Îbo ve li ser welatparêzî û exlaqê civakê hate xwendin. Her sê beş ji aliyê milet ve hatin nîqaşkirin û tê de sedem û encama van pirsgirêkên ku di nav civakê de rû didin nirxandinên giring hatin kirin.

“Emê bi hev re çareseriyê ji pirsgirêkên heyî re bibînin”

Rêvbera Tevgera Xwendekarên Demokratîk û endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê Rûsêl Ebd El Hemîd bal kişand ser armanca wan a lidarxistina komcivînê û ev tişt got: “Me xwest komcivînek tê de rewşa jin û astengiyên ku jin pêre ru bi ru tên çêkin û tê de cîh bidin nêrînên jinên ji her xebatê. Di komcivînê de li ser qetilkirina jinan, zewaca temenê biçuk û welatparêziyê hate nîqaşkirin. Armanca me ji hilbijartina van mijaran ew e bû ku em îşkenceyên ku jin tê re derbas dibin rû bi rû bi gel re parve bikin û xeteriya zewaca temenê biçuk li ser bedena jinê şirove bikin. Rewşa qetilkirina jin û zewaca temenê biçuk gelek di nava civakê de belav bûye, loma me xwest em vê mijarê bigirin dest û li ser bê nîqaş kirin. Em di pêvajoya Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin tê pênasekirin re derbas dibin, ji ber wê jî divê em jin di ferqa erk û berpirsiyariyên xwe de bin. Em hewil didin rastiya jin û giringiya azadiya wê bidin nasîn û çareseriyekê ji van pirsgirêkên heyî re bibînin.”

“Emê bi rêxistinbûnê li hemberî tundiyê bisekinin”

Endama Yekîtiya jinên Êzîdiyên Efrînê Orîvan Menan jî girêdayî mijarê ev nirxandin kir: “Me xwest di vê komcivînê de bandoriyên neyînî yên tundî û nerêniyên zewaca temenê biçuk li ser bedena jinê bidin nasîn. Em ê li hember qetilkirina jin bi rêxistinbûnê xwe bisekinin. Di hundir Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinê karîbû bi saya fikirê Rêber Apo xwe rêxistin bike û ev yek îsbat bûye. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Di vê komcivînê de dayikên temen mezin jî amade bûn ew jî gavek baş bû ta ku em bêhtir xeteriya tundî û zewaca temenê biçuk û bandoriyên wê li ser civakê bidin nasîn. Em wek jinên ku bi fikirê Rêber Apo xwe perwerde dikin emê xwedî li tevahî jinên cîhanê derbikevin.”

https://www.youtube.com/watch?v=A7bR5Pgrdmc

HESNA MIHEMED-ŞEHBA

Show More
Back to top button