RAJIN: Emê şopdarê xeta Denîz Firatan bin

RAJIN’ê bi daxuyaniyekê şehîda çapemeniya azad Denîz Firat bi bîr anî û ragihand ku ewê weke şopdarên xeta Denîzan, ji bo bibin dengê berxwedan û tekoşîna jinên ku îro pêşengî ji berxwedana dîrokî re dikin, bi ruhê Denîzan û bi biryardariya wê erkên xwe yê vê demê pêk bînin.

Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) têkildarî salvegera 7’an ya şehadeta rojnamevan Denîz Firat daxuyaniyek da.

Daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye:

“Xwediya rastî, Evîn û jiyana azad hevrê Denîz Firat, di salvegera 7’emîn a şehadeta wê de em bi minet, heskirin û rêzdarî bibîrtînin. Di kesayeta şopdara heqîqetê heval Denîz de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîrtînin. Li hemberî ked û lêgerîna wan a bêhempa, em soza xwe dubare dikin û biryardariya xwe nû dikin ku rastiyê vebêjin.

Di rastî û dîroka têkoşîna gelê Kurd de, her serdem û pêvajoyên qewimîne, serketina wê jî bi berdêlên mezin û bêhempa hatiye misogerkirin. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê, berê hovîtî û êrîşên xwe yên qirker da gelê me yê wergeha Şehîd Rustem Cûdî. Lê çeteyên DAIŞ’ê dema hewl dan êrişên xwe yên qirkirinê pêk bînin, rastî berxwedan û têkoşîna gelê me yê wergehê, sekna gerîla û şopdara wê berxwedana dîrokî heval Denîz Firat hatin. Weke jineke têkoşer, wêrek û legerînera rastiyê, jiyana herî zor û xwedî berdêl hilbijart. Ji bo rastî û heqîqeta êrişên qirker û şerê qirêj ê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, ji cîhanê re ragihîne weke rojnamevan û şoreşgera gelê xwe, heya kêliya şehadetê jî, di eniya pêş a şer de cih girt.

Rojnamevan û şoreşgera hêja hevala me Denîz, ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a qirker, li gel malbata xwe ji salên 1990’î ve di temenê xwe yê biçûk de, ji cih û warê xwe tê penaberkirin. Ji lewra hevrê Denîz, di wî temenê xwe de rastiya şer û jiyana zehmet nas dike. Hem rastiya şerê dijwar ê li Kurdistanê û her wiha şahidî ji heqîqeta berdêlên tên dayîn re dike. Heval Denîz, ew rastiya jiyana tije berdêl, ked û têkoşîner, di kesayeta xwe de, vediguherîne gera li heqîqeta jiyana azad. Li ser vê bîr, bawerî û pîvana welatparêziyê di nav qadên têkoşînê de, jiyana xwe bi evîndara welat û serketina têkoşîna jinê dihûne. Li ser şopa Gurbetelî Ersozan, xwe di xeta şoreşgeriya jinê de ava dike, dîtina rastî û gera li heqîqetê, di rasteqîniya jina şoreşger bûyî de dibîne. Hevrê Denîz, bi pênûs, dîmen û kişandina wêneyan bi qasî bû deng û rengê serpêhatiya gerîlayên Kurdistanê, ewqasî jî bi jiyan û çîroka xwe bû parçeyekî ji wan serpêhatiyan.

Nasname û xeta çapemeniya jina azad, bi saya sekna şoreşger a mînak û pîvana welatparêziyê ya hevrê Denîz, Gurbetelî û bi dehan şopdarên heqîqetê hat avakirin. Di roja îro de, ev pêşeng û şopdarên heqîqetê ji bo me pîvana serketinê ne. Pîvana yek-kirina kesayeta şoreşger û rojnamegeriyê ne. Heval Deniz û bi dehan hevalên di şopa heqîqetê de têkoşiyan, li hemberî feraset û pîvanên rojnamegeriya pergala desthilatdar û mêtîngeh xeta rojnamegeriya şoreşgerî û civakî bûyî afirandin. Ji lewra em dibêjin, jinên ku dixwezin bibin şodar û lêgerînvanên heqîqeta jin û civakê, bila sekna Denizan ji bo xwe bikin pîvan û mînak. Ji bo çanda rojnamegeriyê, di şexsê jina Kurd de, xwe bi nasname bike, heval Deniz li qadên tekoşînê yê herî zor û zehmet ked û hewldanekî mezin pêşxist. Her wiha di jiyana xwe de, bû temsîlkara vê rastiyê. Di roja îro de jî çapemeniya jina Kurd û kevneşopiya wê, xwe li ser ked û hîmê rastiya van şehîdên mezin ava kir û xwe mezin dike. Ji bo em li ser mîrasa Gurbeteli Ersoz, Denîz, Nûjiyan, Sarye, Şîlan û bi dehan hevrêyên din bibin dengê qêrîna her jineke tekoşer, xwe bi rêxistin dikin. Ji ber sekna rêheval Denîz, ji bo me îsrara rastî anîna ziman û domandina gera li heqîqetê îfade dike. Em weke hevalên di şopa wan de, îro ji bo rastî di tariyê de nemînin, ji bo heqîqeta jina berxwedêr bê jiyîn û jiyan kirin têdikoşîn. Xwedî li ked û xeta lêgerînvanên heqîqetê derketin, dikare bi vê biryardarî û îdîaya tekoşînê wateya jiyana azad mezin bike.

Em salvegera 7’emîn ya şehadeta hevrê Denîz Firat pêşwazî dikin. Di roja îro de jî plangeriya qirkirina gelê Kurd û jina berxwedêr di meriyetê da ye. Li hemberî wê jî berxwedaneke dîrokî heye. Em weke şopdarên xeta Denîzan, ji bo bibin dengê berxwedan û tekoşîna jinên ku îro pêşengî ji berxwedana dîrokî re dikin, em ê bi ruhê Denîzan û bi biryardariya wê erkên xwe yê vê demê pêk bînin. Bi vê bîr û baweriyê em carek din şehîd Denîz û tevahî şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî û heskirina heqîqetbûyî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button