7 salên bi perwerdeya Êzdayetiyê  

Di çarçoveya ji nûve avakirina Şengalê de, 7 salên piştî rizgarkirinê di bin sîwaneya Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCD-Ê) de, bi hezaran mamosta û zarok li ser çand û baweriya Êzdayetiyê û bi zimanê dayîkê hatin perwerdekirin.

Di ser komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an liser Şengalê pêk anîbû re, 7 sal derbas bûn. Wekî bi dehan fermanên ku di dîrokê borî de li ser civaka Êzidî pêk hatibûn, di vê fermanê de jî civak, çand, bawerî û zimanê Êzidxanê hedef hatibû girtin. Li gel komkujiyên fizikî, di hemû fermanan de qirkirina çandî jî hatiye meşandin, qirker û desthilatdaran bi bernameyên taybet hewl dane ku çand û baweriya Êzidiyan tune bikin.

Piştî hilweşandina rejîma Sedam, vê carê hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî xwe sîstemek perwerdeyê dan meşandin. Lê ev perwerde jî, li gorî ziman, çand û dîroka civaka Êzidî nebû.

Li hemberî hemû fermanan civaka Êzidî berxwedan kiriye, hewl daye ku xwe biparêz e, lê piştî fermana dawî (2014), êdî li gel berxwedanê biryara xwerêxistinkirin û rêveberiyê jî da. Di vê çarçoveyê de di nava berxwedanê de hêzên parastinê hatin avakirin, piştî rizgarkirina herêmê jî, di hemû milan de dest bi xebatên xwerêxsitinê hat kirin.

Perwerdeya bi çand û zimanê Êzidxanê

Yek ji xebatên girîng ên hatine meşandin jî, perwerde ye. Destpêkê bi desteka Komîteya Perwerdeya Rojava li ser çiyayê Şengalê, di şert û mercên şer û bin çadirdan de dest bi perwerdeya zarokan a li ser hîmê bawerî, çand û dîroka Êzidxanê hate kirin. Zarokên ku ji fermanê rizgar bûne û di dibistanên rejîmê de bi perwerdeyeke dijî çand û zimanê xwe perwerde didîtin, îro li Çiyayê Şengalê bi çand, ziman û ola xwe perwerde dibînin.

Îro sîtema perwerdeyê ku piştî fermanê destpê kiribû, veguheriye artêşeke xwedî hişmendiya Êzdayetiyê. Şengal îro bi dengê zarokên Êzidî yên dibistanên ku li ser Çiyayê Şengalê hatine vekirin olan dide. Bi taybetî piştî vegera gel a ji bo ser cih û warên xwe, sîstema perwerdeyê jî gihiştiye qonaxeke nû û sazîbûna xwe pêş xistiye.

Xebatên ku mezin bûne di bin sîwaneya Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCD-Ê) hatin rêxistinkirin. SPCD-Ê di 30’ê Îlona 2018’an de bi dirûşmeya “Perwerde ne karê dewlet û desthilatdariyê ye, karê herî pîroz ê civakê ye”  yekemîn konferansa xwe li dar xist.

7 dibistan, peymangehek, 51 mamoste, hezar xwendekar

Di 7 salan de, bingeha pergala perwerdeyê hat çêkirin û bi hezaran mamoste û zarok hatin perwerdekirin. Di rewşa niha de li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Şengalê de 7 dibistan û peymangehek heye. Li van dibistanan nêzî hezar zarok li ser çand, bawerî û dîroka Êzdayetiyê tên perwerdekirin. Li 7 dibistanan perwerde ji aliyê 51 mamosteyên ku di çarçoveya heman pergalê de hatine gihandin ve tê dayîn.

Endamê SPCD-Ê: Me pergalek ava kir

Endamê Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCD-Ê) Mamosta Ferhan Şengalî ku yek ji mamostyên destpêkê ye û di salên destpêkê yên fermanê de kar û xebat daya meşadin, têkildarî rewşa perwerdeyê ji Rojnews re axivî. Mamosta Ferhan Şengalî bibîr xist ku beriya fermanê zarokên Şengalê li gorî sîstemeke ku tu elaqeya wê bi çand û zimanê Êzidiyan nebû, dihatin perwerdekirin.

Ferhan Şengalî

Ferhan Şengalî da zanîn dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin tu saziyên ziman û perwerdeyê xwedî li zarokan derneketin, lê wan wekî ciwanên Êzidî dest bi xwedîderketin û perwerdekirina zarokan kiriye û wiha dom kir: “Me bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Rojava dest bi xebatên perwerdeyê kir. Di nava salên destpêkê de bi hijmarek pir kêm a mamoste û şagirtan me sîstema xwe ya perwerdeya zimaê dayîkê da destpêkirin. Tevî kêmasî û astengiyan jî, me xebat berfireh kirin. Destpêkê tenê li herêma Serdeştê ya liser Çiyayê Şengalê di bin çadiran de perwerde hatin meşandin. Piştî wê ji gundê Kersê heya Çilmêran karê mer berfireh bû.”

Mamosta Ferhan Şengalî, da zanîn ku piştî rizgarkirina Şengalê êdî gel dest bi vegera ser warê xwe kiriye û wan jî li gorî vê yekê karê perwerdeyê berfireh kiriye û wiha dom kir: “Li ku derê gel vedigeriya me berê xwe dida wir û zarokên civaka xwe bêperwerde nedihiştin. Niha li piraniya bajarok û gundên Şengalê dibistanên me hene û zarok bi zimanê dayîka xwe dixwînin.”

‘Em rêveberiya Bexdayê re di nava danustendinan de ne’

Di dawiya axaftina xwe de Mamosta Ferhan Şengalî diyar kir ku pergala wan a perwerdeyê û hejmara zarokan zêde bûye, lewma ew niha hewl didin ku sîstema perwerdeya xweser a Şengalê bi Iraqê bidin qebûlkirin û bi awayekî fermî were nasandin. Şengalî got ku di vê çarçoveyê de hevdîtinên wan ên bi saziyên perwerdeyê yên Musul û Bexdayê re pêwendiyan datînin.

ROJNEWS -ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button