Fermandaran di sala 5’an de rola YJŞ’ê vegot

Fermandarên YJŞ’ê diyar kirin ku YJŞ jibo parastin, rêxistinkirin û tolhildana jinên Êzidî hatiye avakirin, heta niha rolek pêşeng lîstiye û bandorek mezin li ser civaka Êzidxanê çêkiriye

Bi minasebeta salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîn, Fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şingalî, Jiyanda Êzidxan û Nuda Bêrîvan li ser rol û bandora YJŞ’ê pirsên Rojnews bersivandin.

* YJŞ ji bo çi hati avakirin, ji bo jinên Êzidî yên Şengalê girîngiya avakirin hêzek leşkerî çibû?

Hêza Şingalî:

Wek Jinên Êzidî em di fermanên pir mezin re derbas bûn. Êşên herî mezin jinan kişandin. Jin hatin revandin, tecawîzkirin, firotin, ticaret li ser wan hat kirin, hemû hestên jinbûnê, îradeya jinê perçiqandin. Pewist bû ji bo van jinên êş kişandine hêzek parastinê derbiketa holê. 2015 hêzek bi navê YPJ Şengal derket. Piştî konferansa yekemîn a Sibata 2016’an li Çiyayê Şengal, me bi navê Yekîniyên Jinên Şengalê (YJŞ) xwe rêxisitin kir. Ji bo ku êrîşên zîhniyeta zilamsalar a di kesayeta DAIŞ’ê de xwe nîşan da, êrîşên li ser jinên Êzidî û yên cîhanê dubare nebin, pêwîstî hat dîtin YJŞ wek hêzek leşkerî were avakirin. Beriya fermanê peşmerge û leşkerên artêşa Iraqê li vir hebûn, lê wexta DAIŞ’ê êrîş kir, wan Şingal ne parast û reviyan. Sedema esasî ya avakirina YJŞ’ê pêşîgirtina fermanan, parastina çanda herêmê û jinan, derxistina holê ya hêza jinê bû. Em nikarin îradeya Şingalê û jinên êzidi bixin destê kesên din. Me ji fermanan ders derxist. Eger hêza parastina jinê nebe, wê Şengal bi metirsiyan re rû bi rû bimîne. Di fermana 2014’an de bi gişti 5 hezar jin hatine revandin. Li gorî daneyên fermî 3 hezar û 200 jin hatine firotin. Hinek li Ewrupa, hinek li Suudî Erebistanê, hinek jî li kampa Holê ne. Bi zorê ew kirine misliman. Avakirina YJŞ’ê tolhildana jinên Ezîdî ye.* YJŞ tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bû û li seranserê cîhanê jî hat naskirin. Gelo YJŞ çima tevlî wê pêngavê bû, ji wê demê heta niha YJŞ gihîştiye ku dere?

Reqa ji bo DAIŞ’ê navendek girîng û wekî paytexta wan bû. Li Reqaye meydaneke mezin a bi navê Meydana El-Naim heye. Jinên Êzidî ku cilên reş lê hatibûn kirin, li wê meydane dihatin difrotin. Çeteyan ban dikirin ku kî pereyê zêde bide ewê wê jinê bigire. Tiştekî normal nîn bû ku keçek Êzidî li wê meydanê were firotin. Bazirganî li ser jinên Êzîdî kirin. Hêrsa YJŞ’ê li hemberî wan buyaran pir zêde bû. Ji bo ku tola wan jinên êş kişandine bigirin, me wek YJŞ’ê biryara tevlîbûna rizgarkiran Reqayê da. Çawa ku hemleyên rizgarkirina gundên Sikeniye, Heyalê, Reska, Tewra ên Şengalê, wek hamleyên tolhildana jinên Êzîdî hatibûn meşandin, hemla rizgarkirina Reqa jî, ji bo tolhildana jinên Êzidî bû.

* Avakirin û têkoşîna YJŞ’ê di warê siyasî û civakî de bandorek çawa liser jinên Şingalê çêkir?

Jiyanda Êzidxan:

Jinên ewqasî êş kişandin, di komkujiyê re derbas bûn, dema dîtin ku avakirina YJŞ’ê ji bo parastina wan e, êdî baweriya wan jî bixwe hat. Wana jî saziyên xwe ava kirin, bûn siyasetmedar, hişmendiya wan çêbû, hêza xwe derxistin holê. Ditîn keçên wan tevlî YJŞ’ê dibin, xwe pêş dixin, şer dikin, şehîd dibin. Dîtin ku îradeyek a pêşde diçe heye û viya jî hêz da jinê û civakê. Tevgerên jinan hatin avakirin. Jin êdî li qada navnetewî, Iraq, Şingalê siyasetê dikin. Mesela dayik, jinên ciwan bi rehetî diçin Bexdayê hevdîtînan dikin, çima ew qasî rehetin? Ji ber ku dizanin hêzeke parastina jinê heye, yanî YJŞ heye, dizanin êrîşek li ser wan hebe, wê YJŞ wan biparêze. Dizanin YJŞ şopdara jinên berxwedêr û xwe teslîm nekirine. Dizanin êdî YJŞ ji bo wan çareserî ye. Di civakê jin fêrî xweparastinê dibin, kar dikin, YJŞ’ê tesîrek wiha çêkiriye.* Gefên dewleta Tirk li ser Şengalê didomin. Her wiha Iraq û Hikûmeta Hêrema Kurdistanê dijî Şengalê peyman çêkiriye. Ev gef bandorek çawa li ser jinên Êzidî, şervanên YJŞ’ê dikin?

Di dîrokê de jî tîliya dewleta Tirk di fermanan de hebû. Tirkiye hinek caran bi destê Kurdan, hinek caran jî bi destê Ereban ferman pêk anîn. Xeyala wan a Osmaniyan heye. Şengal li Rojhilata Navîn wek navendekê rol dilîze, lewma dixwaze li vir serwer be. Bi xwe nikare yekser were Şengalê, dixwaze bi rêya peşmerge, artêşa Iraqê bikeve Şengalê, her roj Iraqê tehdît dike. PDK çima viya dike? Bi navê Kurdayetiyê, desthilatdariya xwe difikre. Dema ferman çêbû peşmergeyên PDK’ê ji vir reviyan. Gerîlla pêşiya fermanê girt û li gel YBŞ-YJŞ’ê gelê Êzidî rizgar kir. Niha PDK dixwaze vê rastiya xwe veşêre, dîsa li Şingalê serwer be û îradeya gel bi madiyatê teslîm bigire. Iraq jî niha bê îrade ye, bi rêya ol û siyasetê her parçe dikin. YJŞ, TAJÊ, Jinên Ciwan peymana 9’ê cotmehê tu caran qebûl nakin. Em din ava civakê de hişmendiyek parastinê ava dikin. Em li gor zagonên Iraqê xweserî dixwazin û ev li dijî zagonan nîn e. Em dizanin ku di nava peymana Bexda-Hewlerê de Enqere jî heye. Wek jinên Êzîdî vê peymanê qebûl nakin, me heta astekê vala derxistiye. Dema ew peyman hate çêkirin yek Êzidî li wir nebû, îradeya me tê de nîne. Em bi israrin, emê bi îradeya xwe peymanê vala derxînin, xweseriya Şengalê misoger bikin.

* Statuya ku YJŞ ji bo Şengalê dixwaze çiye?

Nuda Bêrîvan:

Em pergalek exlaqî û wijdanî dixwazin. Pergaleke demokratîk ku maf û îradeya civakê, jinê hebe. Mafê jiyanê û xweseriyê yê herkesê heye. Em jî di vê çarçove de xweseriyê dixwazin. Em reng, edalet û fikirandina jinê hebe. Em êrîşî kesek nakin, lê hêzek êrîşî me bike, emê xwe biparêzin. Me li hemberî 73 fermana liber xwe daye, teslimiyetê qebûl nakin. Pêwiste Iraq jî qebûl bike. PDK jî Iraq jî deyndarên me ne, yên ku pêwîste rexnedayînê bidin civakê ew in. Yên derî li êrîşan vekirin ew in. Pêwîste hesab ji dewleta Tirk ku tiliya wê di komkujiyê de heye, were pirsîn.ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button