Şandeyên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin
Di salvegera fermana 74’ande du şandeyên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi armanca nîşadana hevxemiyê û piştgirî dayîna rêveberiya Xweser a Şengalê, serdana navenda MXDŞ’ê kirin. Di serdanên şandeyan de îşaret bi girîngiya xurtkirina piştgirî, hevkarî û peywendiyên bihêz hate kirin.
Îro du şandeyên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku duh beşdarê merasîma bîranîna qurbaniyên fermana 74’an bûn jî bûbûn, serdana navenda Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin. Di hevdîtinên şandeyên Bakur û Rojava de, xurtkirina peywendiyan û piştgirî dayîna rêveberiya xweser a Şengalê derketin pêş.
Şandeya Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengiya parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Gûzel, ji aliyê hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), cîgirên wan û her wiha hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê ve hatin pêşwazîkirin.
Her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji Endamên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd El Maemê, Cigirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Hemdan El Ebdî, Hevseroka Destaye Rêveber a Meclîsa Herêma Cizîrê Nezîre Koriya û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis pêk tên, ji aliyê rêveberên Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ve hatin pêşwazî kirin.
Di hevdîtina du alî de li ser xurtkirina peywendiyên herdu rêveberiyên xweser yên Rojava û Şengalê hate sekinandin û hate gotin ku wê rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her timî li gel daxwazên civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê be.
ROJNEWS-ŞENGAL