PYD: Qirkirina li Şengalê parçeyek ji qirkirina gelê Kurd e

PYD`ê got qirkirina etnîk ku li dijî Êzidîyên li Şengalê pêk hat, parçeyek ji qirkirina etnîkî ye ku li dijî gelê Kurd bi giştî tê kirin.

Meclîsa Giştî ya PYD`ê îro bi daxuyaniyekê bang li hêzên cîhanî û raya giştî ya cîhanî kir ku  Êzidiyan bi awayekî ewle vegerînin warê wan.

Di daxuyaniyê de bal li ser van xalan hate kişandin: “Van rojan salvegera 7`emîn a qirkirina etnîk a li dijî gelê Êzidî ye. Gelê Kurd ev qirkirin bi fermana 73`an binav kir kir. Qirkirina ku dilê her kurdekî birîndar kir, hîn jî rastî ji gelê Kurd û raya giştî ya cîhanî, veşartî ye. Her wiha şehîd û kesên windayî, jin û zarokên ku dîl hatin girtin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Dem dem jî gorên komî li Şengalê û derdora wê têne dîtin.

Qirkirina Şengalê bi biryara ji aliyê hin aliyên ku kom bûn pêk hat û bi awayekî veşartî bi DAÎŞ`ê re lihev kirin. Raya giştî ya kurdî û ya cîhanî detayên vê yekê paşguh dike. Heger detayên wê neyên eşkerekirin sûcdarên rast dê neyên diyarkirin û edaleta ku gelê Kurd û Êzidî dixwaze dê pêk neyê.

Di demên dawîn de hin parlementoyên Ewropayê tişta ku qewimî weke qirkirina etnîk a li dijî Êzidîyan itîraf kir. Ev pêşketineke girînge, lê ev yek têrê nake. DAÎŞ`ê tenê wekî amûrekê ye û ji bo siyasetên hin aliyên tê bikaranîn.

Avakirina gel ji Rêveberiya Xweser li Şengalê, projeyekî rewa di hundirê destûrê Iraqê de ye.. Divê hemû hêzên demokratîk destekê bide vê destkeftiyê û alîkariya Êzidîyên koçber û penaber bike da ku li warê bavûkalan vegerin.

Em Meclîsa Giştî ya PYD`ê dibînin ku qirkirina etnîk ku li dijî gelê Êzidî pêk hat weke parçeyek ji qirkirina etnîk a li dijî gelê Kurd bi giştî ye. Ew qirkirin hê jî berdewam e û heger gelê Kurd rastiya tişta ku rastî wî tê nas neke, dê ev qirkirin nesekine.

Em bang li hêz û raya giştî ya cîhanî dikin ku tişta tê xwestin pêk bîne da ku gelê Êzidî li warê xwe vegere.”

ANF

Show More
Back to top button