Nirxandinên jinên Êzidî yên berfireh li ser fermanê

Jinên Êzidî bi panela li dar xistin qirkirina li ser wan hatî kirin û li beranberî wê têkoşîna wan a li dijî wê bi awayekî berfireh nîqaş kirin

Şengal- Civaka Êzidî û hevalên wan ên ku dîroka 03 Tebax 2014 ji bîr nekirine û soz dane ku ew ê nehêlin cîhan ji bîr bike, ev 7 sal in hewil dikin ku qirkirinê ji tevahiya cîhanê re vebêjin û Sîstema Şengalê ya Xweseriya Demokratîk bidin qebûl kirin têkoşînê didin. Têkoşîna ku 7 sal in bi pêşengiya jinên Êzidî tê meşandin, roj bi roj mezin dibe. Jin hewl didin birînên qirkirina civaka Êzidî û Êzdatiyê derman bikin. Her ku birîn qalik digrin, di vê erdnîgariyê de kokên Êzdatiyê xurtir dibin. Fermana di civaka Êzîdî û taybet di nav jinan de bûye xala zivirînê ya bi dengekî bilind ji bo qirkirinan dibêjin bisekne. Jinên Êzidî, roja fermanê dibêjin, “Ger me karîba roja fermanê bi dengekî bilind biqêriya û têkoşînê nîşan bida ya, dibe ku ev ferman pêk ne hatiba.” Jinên Êzîdî ji niha û pê ve li van xakên pîroz “ji fermanan re bibejîn bisekne” di salvegera fermanê de bi dengê herî bilind rewakirina têkoşîna xwe ji hemû cîhanê re diqîrin.

Li Şengalê Jinên Êzîdî ji bo Fermanna fêrî Gotina Bisekne Bûn

Li Şengalê 7 sal in meha Tebaxê bi xwepêşandanan tê pêşkeş kirin. Şengal berî mehekê diçe salvegera fermanê, her gund, bajar û kolan çîrokên fermanê û derdên wan bi sohbetên xwe re dihêle. Yên ku herî zêde fermanan hîs dikin jinên Êzîdî ne. Jinên ku bi hêza xwe bawer in, her çalakiyê bi rêxistinî û li gorî armanca xwe dikin. Piştî fermanê rengê jinên Êzîdî yên ku xwe bi rêxistin dikin li Şengalê cûda ye. Li Şengalê êdî jinên Êzîdî hene ku nahêlin ferman ser wan re derbas bibe.

Di beşa duyemîn a panelê de, jinên di panelê de civiyan rewşa jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de dîl girtine, qirkirina li sêgoşeya ferman-qirkirin-koçberiyê û sîstema xweseriya demokratîk weke şêweya rêveberiyê, nîqaş kirin. Panel ji 3 rûniştinan pêk hat. Di panela ku bi bin pêşengiya TAJÊ hate organîzekirin de, jinan serpêhatiyên xwe yên fermanê û bi taybet rewşa jinên ku ketine destê DAIŞ’ê bi awayekî berfireh nirxandin.

Têkoşîna ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de

Di rûniştina duyemîn a panelê de, Endama Weqfa Koma Piştevaniya Jinên Êzidî, panelîst Ferîde Sado, behsa rewşa bi hezaran êsîrên di destê DAIŞ’ê de ku di nav wan de 177 jin hene kir. Ferîde Sado bi gelek awayan qala hewldanên wan ên ji bo azadkirina jin û zarokên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de, rewşa jinên azadkirî û nêzîkatiya dewletên navneteweyî ji jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne, kir û wiha domand:

“Berî her tiştî, em Dayê Gulê û Cila ya ku di fermanê de mînaka qehremaniyê nîşan dan bibîr tînin. Weke weqf, heya niha em bûn şahidê rizgarkirina 1500 jinan. Jinên ku ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin, bi rêya weqfê hatin Şengalê. Jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û gihan me, me jî radestî malbatên wan kirin. Bi hezaran jinên Êzîdî yên ku me rizgar kirin, bi piştgiriya hikûmeta Başurê Kurdistan û Iraqê birin Ewrûpayê. Ji bo dana jibîrkirina şahidiya jinên Êzîdî yên ku ji fermanê rizgarbûne, li Ewrûpayê siyasetek tê meşandin. Wekî din, DAIŞ jinên Êzîdî yên ku girtibûn veguherand makîneyên zarokanînê. Fermanê bandorek kur li ser jinan hêla û êşa windakirina weledan jî lê zêde kir. Zarok ji bo jinên Êzîdî yên ku bi Êzidatiyê têne pejirandin û zarokên ji DAIŞ’ê ji ber baweriya wan nayên qebûl kirin. Di heyama dawîn de, komîsyonek bi piştgiriya navnetewî ku bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dixebite.”

Ferîde Sado, bi mînaka rizgarkirina jinên Êzidî ya ji Koço, ku di rojên dawî de ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin da û wiha dom kir; “Tevahî cîhan dixwaze ferman tenê li Koço bibîne. Erê, Koço êşek mezin kişand, lê ne tenê Koço tevahiya Şengalê ferman jiya. Jinên ku ketin destê DAIŞ’ê ne tenê ji Koço ji her devera Şengalê bûn.”

 “Em bi jinan re ne”

Endama REJAK’ê Destîna Germiyanî ku ji Herêma Federal a Kurdistanê beşdarî panelê bû, qala jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de dîl girtine kir û got, “Êşa ku jinên Êzîdî di fermanê de kişandin êşa me hemû jinan bû. Ew ji bo me hemûyan fermanek bû. Em weke jinên Başurê Kurdistanê, li gel têkoşîna ku jinên Êzidî wê bidin ne.”

Dayê Xoxê: Ji bo me bikin misilman her tiştî dikin

Dayika Xoxê ku yek ji dayikên Şengalê ye, behsa jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin girtin weke makîneyên zarokanînê tên bikaranî kir û got; “Em bi Êzdatiya xwe ve girêdayî ne. Ew ji bo me bikin misilman her tiştî dikin. Wan jinên me birin û ew kirin makîneyên zarok anînê. Dixwazin wan jinan bi zarok anînê bikin misilman. Em ê nasnameya xwe biparêzin, tu kes nikare me mecbûr bike ku di vê mijarê de gav paş de bavêjin.”

“Pir zehmet e…”

Dayê Neama jî got: “Dixwazin me parçe parçe ji Êzdatiya me qut bikin. Em bang li hemû malbatan dikin ku bi hev re li welatiyên me yên ji destê DAIŞ’ê sax filitîne xwedî derkevin û rê nedin ku ew bi rêyên cuda li DAIŞ’ê vegerin. Em amade ne jinên ku fermanê li ser wan şopên kur hêlane hembêz bikin, lê ji me re pir zehmet e ku em zarokên endamên DAIŞ’ê li Êzdatiyê bipejirînin. “

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabi mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Weke jinên Êzidî, me têkoşîn da ku em birînên xwe yên fermanê bipêçin. Ji bo dayikekê, zarokê wê perçeyek wê ye. Lê zarokên ku bi fermanê re ji DAIŞ’ê çebûne rê nadin ku dayikek dilê xwe rehet bike. Di vê wateyê de, ji bo jinên Êzidî, ew zarokê wan in, lê di heman demê de, ferman dê her dem birînên wan zindî bihêle û ev tê vê wateyê ku ferman ji bo Êzdatiyê hatiye çêkirin encam bigre. Ji bo civaka me ya Êzidî ev mijar pir hesas e.”

Dîroka fermanan

Di dewama rûniştina duyemîn de, berdevka dîplomasiya TAJÊ Delîla Axîn li ser dîrok û sedemên fermanan axivî. Delîla Axîn behsa pênaseya jenosîdê di civaka Êzîdî de kir, di jenosîde de çima Êzidî dibin armanc û li ser qirkirina spî diroka fermanê vegot.

Di rûniştina sêyemîn a panelê de, mijara “Sîstema Xweseriya Demokratîk” ji aliyê panêlist berdevka Meclîsa Gel a Xweser Xezal Reşo ve hate çêkirin. Xezal Reşo mafê xweseriya wekî pergalek di qanûnên navneteweyî de, sîstema Şengal a Xweseriya Demokratîk a li Şengalê ava bûye û komployên li dijî civaka Êzidî bi tifaqên mîna 9’ê Cotmehê ku sîstema xweser nas nake, nîqaş kir. Wekî din, mijara xweparastinê ya di nava sîstema Xweseriya Demokratîk de jî bi sernavekî hat nirxandin.

Piştî bi dawî bûna pêşkêşan, panela “Ferman” bi nîqaşan bi dawî bû.

JÎNHA-ŞENGAL

Show More
Back to top button