Ji Civîna Ammanê Heya Peymana 9’ê Cotmehê planên Fermanê -1

Fermana 2014’an a li ser Êzidiyan ku hemû cîhan bi awayek zindî temaşe kir, encama plansaziyeke kirêt a navdewletî û herêmî bû. Biryara fermanê di civîna 1’ê Hezîrana 2014’an de li Ammanê hatibû morkirin. Fermana herî rêxistinkirî, kirêt û bêbext a dîroka fermanan bû. Armanc tunekirina civaka Êzidî, belavkirina stargeha pîroz a Êzidiyan Çiyayê Şengalê û tasfîyekirina Şoreşa Rojava bû. Plana Ammanê ya bi berxwedana gerîla û civaka Êzidî hate pûçkirin niha bi Peymana 9’ê Cotmehê re tê nûjenkirin

Di dîrokê de şûrê xirabiyê her li ser stûyê qencî û bedewiyê bûye. Bi taybet di şaristaniya dewletî de berê tîrên tarîtiyê her li ser sînga ronahiyê ye. Mirov dikare wisa jî bêje, bila civak an jî kes be, bila zarok an jî pîr be, bila gund an jî bajarekî be… Eger tu xweşî û qenciya mirovahiyê, ango nirxên civakbûnê diparêzî tu rastî êrîşên herî giran têyî. Civak, çand, ol û baweriyên ku koka hebûna mirovahiyê ne ji ber vê ye di asta qirkirinê de rastî ewqas êrîşan hatine. Dikare wisa jî were gotin, ya herî zêde rastî êrîşê hatiye, ya herî qenc û bedew e.

Şûrê fermanê hîç neketiya kalanê

Sedema ku di herîkîna dîrokê de şûrê fermanê her li ser stûyê Êzidiyan bûye, ev rastî ye. Di nav 1100 salan de 74 ferman… Hema bêje ji bo her 10 salekî, fermanekî. Di sala 906’an de Waliyê Mûsilê Hamadanî şûr ji kalanê derxist, di 2014’an de car din ji Mûsilê DAIŞ bi wî şûrî êrîş kir. Ji bo Êzidiyan, şûre fermanê hîç neketiye kalanê. Her li ba bûye. Ji ber vê ye Rêber Apo gelek caran balê kişandiye ser rastiya Êzidiyan û parastina civaka Êzidî wekî parastina cewher û nirxên kok ên civakî binavkiriye.

Êzidî ji ber fermanan xwe her tim li Çiyayê Şengalê girtin, xwe spartin çiyayê pîroz. Ji ber ku Çiyayê Şengal stargeha Êzidiyan bû, di sala 1974-1975’an de Sedam Huseyîn bi zorê ew ji gundên çiyê daxistin û li deştê bicihkirin. Lê berê Êzidiyan her li çiyê, dilê wan her li bilindahiyan bû.

Çavê PDK’ê her li Şengalê bû

Piştî rejîma Baas li Iraqê hilweşiya, Şengal jî yek ji wan cihan bû ku statuya wê nehate zelalkirin. Cihên ku statuya wan nehatin zelalkirin, cihên herîn girîng û stratejîk ên Iraq û Başûrê Kurdistanê bûn û gelek hêz dixwestin xwe bikin serwer. Bi taybet PDK, ji hilweşîna rejîma Baas û şûn ve her xwest Şengal bixe bin venêrîna xwe. Ev xwestek ne ji bo parastina nirx û çanda civaka Êzidî bû, berevajê vê ji bo berjewendiyên teng ên hizbî, PDK’ê dikaribû çanda bi hezaran salan qurbanê berjewendiyên kêliyan bike.

Fermana mezin Îxaneta Mezin

Di fermana 3.8.2014’an de ev rastî bêyî nîqaş xwe nîşan da. PDK’ê, ku ji 2003’an heya dema fermanê serwerê Şengalê bû, di nav çend saetan de pişta xwe da Şengalê, Êzidiyan teslîmî DAIŞ’iyan kir û çû. Gelo çûyîna pêşmergeyên PDK’ê tenê ji ber tirsê bû? Hêz û qudreta wan hîç nebû ku şer bikin? Ev çûyîn ku ji aliyê Êzidiyan ve wekî “Îxaneta Mezin” tê binavkirin ji ber çi bû? Yên ku rê li ber DAIŞ’ê vekirin û di nav çend mehan de qasî welatekî erd bê şer teslîm kirin kî bûn? Dibe beriya niha jî ev pirs hatibin kirin û heya astekî bersiv jî hatibe dayîn, lê girîng e ku di salvegera fermanê de bersiva van pirsan car din were dayîn.

 Peymana Fermanê li Ammanê hate morkirin

Ji bo ev rewş baş were famkirin divê em berê xwe bidin dîroka 1’ê Hezîrana 2014’an. Ango beriya 10 rojan ku Mûsil teslîmî DAIŞ’ê were kirin. Dema Mûsil bi carekê re ket destê DAIŞ’ê, raya giştî ya cîhanê ket nav şaşwaziyeke mezin. Çawa çêbû ku ewqas bi hêsanî ev bajarê qedîm a stratejîk teslîmî DAIŞ’ê bû. Ji xwe, ji wê demê û pê ve DAIŞ wekî hêzeke bi qudret a ku nikare rê li ber were girtin hate pênasekirin. Ji şikestina Mûsilê heya fermana Êzidiyan û êrîşên li ser Kobanê, hemû parçeyên planeke navneteweyî û herêmî bûn û ev plansazî di 1’ê Hezîrana 2014’an de, li Amman a paytexta Urdunê hatibû amadekirin.

Peymana Ammanê û Peymana 9’ê Cotmehê Peymana

Welat û hêzên ku tevlî vê civînê bûn dewleta Tirk, Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), Erebîstana Siûdî, Îsraîl û PDK bûn. Her wiha ji welatên herêmê û rêxistinên cûda yên selefî jî di civînê de amade bûn. Di vê civînê de plansaziya nû ya têşedayîna Rojhilata Navîn hatibû nîqaşkirin û DAIŞ jî wekî amûra vê plansaziyê hatibû erkdarkirin. Biryara şikestina Mûsil, Telafer û Şengalê di vê civînê de hate dayîn. Eger em bala xwe baş bidin geşedanên îro ya li vê xetê, bi taybet jî polîtîkayên dewleta Tirk û ya PDK’ê, emê bi hêsanî bibînin ku ev polîtîka bi civîna 1’ê Hezîrana 2014’an ve girêdayî ye. Mirov dikare bêje Peymana 9’ê Cotmeha 2014’an jî, nûjenkirina Civîna 1’ê Hezîrana 2014’an e. Tiştê nû çi ye, mudaxaleyên ku di 2014’an de bi destê DAIŞ’ê dixwestin bikin û di encama berxwedanê de têk çû, niha bi destê hikumeta Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê têne kirin.

Hedef Şengal û Şoreşa Rojava bû

Em car din vegerin ser civîna 1’ê Hezîranê ya Ammanê, di wê demê de li Kurdistan û Rojhilata Navîn rewş çî bû, rojev û polîtîkayên hêzên navborî li ser çi esasan pêş diketin. Bê bîra me, di rojeva PDK’ê de avakirina dewleteke biçûk a Kurdistanê ya di bin serweriya malbata Barzaniyan de hebû. Ev proje, ne tenê bi Başûrê Kurdistanê re jî bi sînor bû. Li Rojavayê Kurdistanê li ser paradîgmaya Rêber Apo şoreşa gelan pêş ketibû û bala hemû cîhanê li ser bû. Şoreş roj bi roj mezin dibû, zemîna şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn xurt dibû. Bayê şoreşê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dabû ber xwe. Ev jî dibû sedem hemû hesab û kîtabên li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn biguhere. Ji ber vê rastiyê, di civîna Ammanê de li gel mudaxaleya Mûsil, Telafer, Şengal, êrîşên li hemberî Şoreşa Rojava jî hate plankirin.

Şengal û Rojava bi hev re hatin dorpêçkirin

Çend hedefên stratejîk ên vê lihevhatinê hebûn ku di esas de hê jî ev hedef di rojeva dewlata Tirk, PDK û hêzên kapîtalîst de ne. Yek ji van hedefan, dê Şengal biketa bin serweriya PDK’ê û bibûna parçeyekî axa Barzan. Ji ber ku piştî şikestina rejîma Baas, ji 2003’an pê ve Şengal di nav herêmên ku statuya wan ne zelal de bû. Ya din, hem pergala modernîteya kapîtalîst hem jî dewletên dagirker ên herêmê, ji ber bayê Şoreşa Rojava tirsiyabûn û dixwestin mudaxaleyê şoreşê bikin. Ji bo ku, şoreş ji xeta xwe ya azadîxwaz were dûrxistin û bikeve bin kontrola PDK’ê, hêzên navdewletî û hêzên herêmî lihevkiribûn. Ev polîtîka hê jî li Rojavayê Kurdistanê li kar e û ku dixwazin hêzên girêdayî PDK’ê bikin xwediyê şoreşê.

Di wê demê de, ji milekî ve Şengal dihat dorpêçkirin ji milekî ve jî Rojavayê Kurdistanê. Li sînorê Rojava xendek dihatin kolandin, deriyên sînor dihatin girtin, şoreşa gelan dihat dorpêçkirin. Ji bo ev plan pêk bê diviya ku Şengal bi giştî biketa bin serweriya PDK’ê, ji ser Şengalê Rojava bihata dorpêçkirin û bi vî awayî hem civaka Êzidî hem Şoreşa Rojava biketa bin kontrola PDK’ê. Ev plan di roja me ya îroyîn de jî hê plansaziya esasî ya van hêzan e.

Hedefa dewleta Tirk Mûsil û Kerkûk bû

Di civîna Ammanê de yek ji hedefên esasî jî mijara Mûsil û Kerkûk bû. Ji Peymana Lozanê heya îro dewleta Tirk van her du bajarên Kurdan di nav Mîsak-ı Mîllî de dibîne û 100 sal in li pey van bajaran e. Ev her du bajar jî dê biketa bin serweriya dewleta Tirk. Ev proje dê bi destê DAIŞ’ê pêk bihata. Dema têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk li ber çav were girtin, pir zelal e ku piştî DAIŞ van bajaran bi dest xista, di nav demê de û bi rêbazên cûda dê van bajaran teslîmî dewleta Tirk bikira. Di roja me ya îroyîn de jî ev hedefa dewleta Tirk li kar e ku ji Başika, Telafer, Mûsil heya Kerkûkê roj bi roj polîtîkayên dagirkirinê kûr dike. Ji bo van hedefan pêdivî bi du tiştan hebû. Yek, piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî. Du, rêxistineke wekî DAIŞ ku bi destê wî ev karên qîrêj werin kirin. Civîna Ammanê, zemîna van her du tiştan ava kir.

DAIŞ bi hêza Mûsilê êrîşê Şengal û Rojava kir

Di çarçowe û biryarên vê civîn û peymanê de, DAIŞ 10’ê Hezîranê êrîşê Mûsilê kir. Artêşa Irak’ê û hêzên PDK’ê li Mûsilê bûn. Ji aliyê leşkerî ve yek ji bajarên herî xurt a Iraqê, Mûsil bû. Lê bêyî ku li ber xwe bide, Mûsil teslîmî DAIŞ’ê kirin. Ji ber ku ev biryar di civîna Ammanê de hatibû girtin. DAIŞ’ê li Mûsilê hem dest danî ser cebilxanayeke pir xurt û mezin hem jî bi mîlyon dolaran pere. Ango, DAIŞ bi ketina Mûsilê re ji aliyê madî ve hêza dewletekî girt destê xwe. Bi hêz û derfetên ji Mûsilê girtî, DAIŞ êrîşa xwe ya berfireh a li Şengal, Rojavayê Kurdistan û Sûriyê destpêkir.

PDK’ê jî bi ser Kerkûkê de girt

Li pey şikestina Mûsilê, PDK’ê jî bi ser Kerkûkê de girt, dest danî ser cebilxane û amûrên leşkerî yên artêşa Iraqê. Wê demê YNK li Kerkûkê serwer bû. Armanca vê serdegirtinê, lawazkirina YNK’ê û ji bo dewleta Tirk rêvekirin bû. Piştî DAIŞ’ê Mûsil bi dest xist, dewlet Tirk jî di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xwe li Başika bi cih kir, hêza xwe berfirehtir kir. Lê di rastiyê de DAIŞ û dewleta Tirk bi awayek hemwext xwe li herêmê bicih dikirin. Hebûna artêşa Tirk a li Başika hê jî mijara nîqaşê ye.

‘Çiyayê pîroz bibûya baregeha çeteyan’

Ji vê planê jî tê femkirin ku dê Şengal bi destê DAIŞ’ê bihata şikestin, pişt re jî dê bibûna baregeheke leşkerî ya li hemberî Şoreşa Rojava. Çiqas çeteyên girêdayî DAIŞ, dewleta Tirk û hêzên din ên herêmî dê li Şengala pîroz bicih bûna. Ji bo pêkanîna vê planê, divê civaka Êzidî ji Çiyayê Şengalê bihata dûrxistin. Ji dîrokê jî tê zanîn ku civaka Êzidî li hemberî hemû êrîşan û zextan tu caran dest ji vê çiyayê pîroz bernedane. Hêzên desthîlatdar vê rastiyê baş zanibûn. Diviya hemû Êzidî an bihatana qetilkirin an jî bi darê zorê ji Şengalê bihatana derxistin. Sedema fermana dawî ya li ser Êzidiyan ev e.  Eger Şengal bişkiya, dê di heman demê de zemîn û derfeta şikestina Rojava jî çêbûya. Bi taybet Kantona Cizîrê ku sînorê Başûrê Kurdistanê ye û herêma petrolê ye, biketa bin kontrola PDK’ê. Ji ber van armancên kirêt, bi çavsorî biryara fermanê hate dayîn. Çanda bi hezaran salan a Êzidiyan dê bibûna qurbanê berjewendiyan.

Her tişt li gor dilê kesên ku biryara fermanê dabûn dimeşiya. Lê herkes li hemberî vê fermanê ne kerr û lal û kor bû. Hişyarî û bangawaziyên Rêber Apo, berxwedana gerîlayên azadiyê û heqîqeta dîrokî ya civaka Êzidî li ber fermanê sekinî…

ÊZDÎN ŞENGALÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button