Li ser Fermana 3’yê Tebaxê şanoyek hate nîşandan

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê, li ser fermana 3’yê Tebaxê, li Sinûnê şanoyek nîşanda. Şano rastî eleqeyek mezin hat

Li ser rêya sereke ya nehiya Sinûnê a Şengalê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ve, şanoyke li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hate nîşandan. Bang li Êzidiyan hate kirin daku ji bo fermanek din çênebe, yekîtiya xwe ava bikin.

Di şanoyê de nebûna tifaqek di nava Êzidiyan de hate rexnekirin. Bang li jin, ciwan, serokeşîr û oldaran hate kirin, ji bo rê li ber fermanan were girtin bibin yek. Şano rastî eleqeyek mezin ya xelkê Şengalê hat.

Piştî şano bi dawî bû, li ser fermana 3’ê Tebaxê sînevîzyon hate nîşandan. Di sînevîzyonê de dîmenê, jin zarok û kalên di dema fermanê de li çiyayê Şengalê asê mabûn, Êzidiyên koç kirin, berxwedana gerîla ya hemberî çeteyan hate nîşandan.

Herî dawî li ser navê Ciwanên Êzidî Heso Şengalî axaftinek kir û got; “Divê em wek ciwan û xelkê Êzidî hertim şehîdên xwe bi bîrbînin û li ser şopa wan rêxisitina xwe xurt bikin. Em ne ew ciwanên berê ku hertim ferman bi ser mede bînin, em êdî xwedî îradene. Bila dijmin baş bizane, ewê ti carî negihin armanca xwe.” ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button