Mezinê Şîayên Şengalê: Dijî fermanan perwerde, parastin, yekîtî pêwîst e

Yek ji mezinên Şîayên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Areci, destnîşan kir ku êdî baweriya wan bi hêzên ku ew terikandine nîne, baweriya wan tenê bi wan tê û got: Divê ciwanên me zanibin xeteriyeke li ser me heye û xwe ji bo parastinê amade bikin. Divê em xwe perwerde bikin, yekîtiyê pêş bixin ku ew hêz nikaribin xwe nêzî me bikin'

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de Şîa jî ji êrîşên DAIŞ’ê bêpar neman. Bi taybet li navenda Şengalê, gelek Şîa bi destê DAIŞ’ê hatin girtin, kuştin, jin û zarokên wan hatin revandin, malên wan hatin talankirin. Beşek ji wana bi Êzidiyan re xwe sipartin Çiyayê Şengalê, beşekê di korîdora ji aliyê gerilayên HPG/YJA-STAR û şervanên YPG-YPJ’ê ve hat vekirin de xwe gîhandin Rojavayê Kurdistanê.

Seyîd Mehmûd El-Areci yek ji mezinên Şîayên Şengalê ye ku şahidiya fermanê kiriye. El Arecî rojên fermanê, berpirsyariya PDK’ê û hikumeta Iraqê ya di fermanê de, piştgirî û hevkariya Êzidî û Şîayan nirxand.

El-Arecî, balê dikişîne ser rewşa Iraqê ya piştî sala 2003’yan û dibêje piştî şikestina rejîma Baas, dewleta Iraqê parçe bûye, di nav vê rewşê de gelek hizb û rêxistin derketine, lewma tesîra wê li ser Şengalê jî çêbûye. El-Arecî bibîr dixe ku ji sala 2004’an heya fermana 2014’an, Şengal nêzî 10 salan di bin serweriya PDK’ê de bûye, lewma dema sedemên fermana Êzidî û Şengalê were nirxandin divê ev rastî li ber çav were girtin.

‘Hatina DAIŞ plansazî û erêkirinekî herêmî bû’

El-Arecî diyar dike ku DAIŞ piştî amadekariyeke demdirêj û lihevhatinên veşartî hatiye herêmê û bi van gotinan behsa êrîşên çeteyan ên ser Şengalê dike: “DAIŞ wekî artêşeke nehat. Alek danî û alek rakir. Karekî veşartî di bin de hebû. Li gorî min ji 2005’an ve amadekariya vê hatibû kirin, 2014’an encam da. Plan û erêkirineke herêmî bû.”

‘‘Yên ji gel re digotin neçin 3 gule bernedan’

El-Arecî bibîr xist ku beriya hatina DAIŞ’ê li Şengalê wekî ku tu pirsgirêkek ewlehiyê nebe jiyan bi awayek xweyazî berdewam dikir, malên nû dihatin avakirin. El-Acerî sedemê vê jî bi polîtîkayên PDK’ê ve girê dide û wiha dibêje: “Hinek aliyan bawerî dabûn. Hêzên herêmê gotin ‘biçin malên xwe, tiştek nîne, herin rehet bin, herêm di bin kontorola me de ye’. Milet jî bawer kir. Ez yek ji wan kesan im, ev bersiv ji min re hate dayîn. Lê dema bû rastî û DAIŞ’ê êrîş kir, yên ku ji gel re digotin neçin, eger 2 gule berdabin nekirin 3. Li herêma me Leqa 17’emîn a PDK’ê hebû, ev der dişibiya mintiqa Herêma Kesk a Bexdayê. Hêrema Kesk a Şengalê bû. 2’yê meha 8, herêma Zemar û Rabîa şikestin. Di vê rewşê de Şengal ji çar aliyan ve hate dorpêçkirin. Tenê herêma Çiyayê Şengalê mabû.”

‘Êzidiyan malên xwe ji Şîayan re vekirin’

Çeteyên DAIŞ’ê rojek piştî dagirkirina Musilê, bajaroka Telafirê jî dagir kiribû. Lewma gelê Telaferê yê Şîa neçar man berê xwe bidin Şengalê. El-Arecî hatina Şengalê û piştgiriya civaka Êzidî ya ji bo Şîayan wiha tîne ziman: “Piştî Şîayên Telaferê hatin Şengalê, gelê Şengalê bi taybetî jî Êzidiyan malên xwe ji wan re vekirin. Her malbatekî heya 10-15 însanan xwedî kirin. Lê hêzên herêmî dîsa gotin ‘piştrast bin, tiştek nîne’. Nehiştin gel amadekariya xwe bike û derkeve. Telaferiyan xwe xilaskirin û gihandin parêzgehên jêrîn.”

 ‘Yên yekitî dixwestin bûn hedef’

Li hemberî gef û mêtirsiya DAIŞ’ê hêzên eşayîrî dikevin nav liv û tevgerê, li cihê Leqa 17’emîn kom dibin. Qeymeqamê Şengalê yê wê demê û fermandarên polîsan jî amade ne. El-Arecî agahiyeke balkêş derbarê vê kombûnê de dide û dibêje: “2’ê meha 8, seferberiyeke civakî, eşayîrî çêbû. Ên hatin wê civînê xwestin li hemberî DAIŞ’ê yekitî çêbe. Piştî civînê ev kes ji herkesî zêdetir bûn hedefa DAIŞ’ê. Ew kesên hatibûn civîna berxwedana li hemberî DAIŞ’ê hatin hedef girtin. Pirs hene ku divê bersiv were dayîn.”

‘PDK’ê çekên gel ji dest girt’

El-Arecî bersiva PDK’ê ya li hemberî hewldana amadekariya gel wiha tîne ziman: “Dema ev mesele çêbû, PDK’ê ji me re got ‘herin li kêfa xwe binêrin, eger tiştek bû emê hesabê bidin’. Bi rastî baweriya me bi wan nebû, lê çek jî nebû ku em parastina xwe bikin. Nexwe me gotina PDK’ê esas nedigirt. Xelkê Şengalê yên di artêşê de, sîlehên xwe bi xwe re anîn, lê piştî gihiştîn Şengalê, PDK’ê dest danî ser wan çekan. Sîleh girtin û gotin emê şer bikin.”

‘Iraqê alîkarî nekir’

Dema çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Telafer ber bi Şengalê ve tên, peywendiya Seyîd Mehmûd El-Arecî û civata wî li gel hikumeta Iraqê heye. Alîkarî ji hikumetê tê xwestin, lê bêbersiv dimînin.  El-Arecî, dibêje dema çeteyan êrîş kir, li milê gundên Girzerik û Sîba berxwedana civaka Êzidî pêş ketiye û got: “Heta sîlehên wan hebû şer kirin. Ji sê aliyan ve êrîş li ser Şengalê hebû. Bi taybet ji Qeyrewan û Baacê êrîşên giran hebûn. Çete ji aliyê rojhilat û rojavayê Şengalê, Sûriye û Telaferê, ji 6-7 eniyan êrîş dikirin. Xelkê Şengalê bi tena serê xwe, bi derfetên xwe şer kir.”

‘An misilmantî an jî kuştin’

El Arecî balê dikşîne ser zehmetiya ji ber bîr û baweriya civaka Êzidî wiha dibêje: “Li herêmên din dema DAIŞ dihat, kesên Sune diman, Şîa derdiketin. Şengal ne Şîa ne Sûne bû, diviyabû hemûyan xwe xilas bikira. Giraniya xelkê Şengalê Êzidî ye, li gorî DAIŞ’ê ew hemû kafir in. Însanên Êzidî dema dihatin girtin an dê bibûna Misilman an jî bihata kuştin. Dema em Şîa jî diketin destê DAIŞ’ê, tenê peyvekî wekî wan me nedigot, em jî dihatin kuştin.”

‘Êzidî jî Şîa jî bi rêya YPG’ê xilas bûn’

El-Arecî diyar dike ku plana DAIŞ’ê kuştina hemû Êzidiyan bû, lê hêzên Kurdî yên Rojava, bi taybet jî YPG’ê destwerdana vê rewşê kiriye, rêya xilasiyê ji gel re vekiriye û ev plan şikestiye. El-Arecî got: “Êzidî jî Şîa jî ji wê rêyê derbas bûn. YPG hat rê vekir, ne tenê ez, hemû Şengal viya dibêje. Piştî ku piraniya xelkê bi wê rêyê xilas bû, DAIŞ’ê êrîşê wê rê jî kir. Yên mayîn xwe gihandin Çiyayê Şengalê, berxwedaneke mezin kirin. Min gelek kes dîtin dayik û bavê xwe li pişta xwe kiribûn û dikişiyan çiyê. Ji tiştên pêk hatine sedî 5 jî nehatine qeydkirin.”

‘Şîa û Êzidî birayên hev in’

El Arecî, diyar dike ku Şîa jî ne xerîbên fermanan e, mînaka dîrokî ya Sitî Zeynep bibîr dixe û wiha dibêje: “Sitî Zeynep jî zarokek ji Kerbela bû. Ew jî hat Şengalê, ji tîn û birçiyan mir. Neheqiya li ser vê xakê ne tiştekî nû ye. Birayên me yên Êzidî dibêjin fermanên hatine serê me 74 in. Ev yên nivîsandî ne. Kî dizane çend fermanên nehatine nivîsandin hene. Em jî beşek ji her fermanek ku Êzidî tê de derbas bûne ne. Lê bi rastî jî Êzidî zêdetir rastî fermanan hatine. Ax û erdê me yek e, Şîa û Êzidî birayên hev in.”

‘Berpirsyarê esas PDK ye’

Al-Arecî balê dikşîne dike berpirsyarên fermanê ji bilî DAIŞ’ê hêzên ku Şengal neparastine û wiha dom kir: “Hesap ji van tê pirsîn? Hêzen navneteweyî karibûn xelkê Şengalê ji êrîşan xilas bikin, lê nekirin. Eger însanek ji wan di destê DAIŞ’ê de bûya, dê xilas bikirana. Ev sekna hêzên navdewletî jî di esasê xwe de tê wateya piştgiriya DAIŞ’ê. Wekî mînak li gundê Koço, kesên ji komkujiyê xilas bûn, digotin ‘Di dema êrîşan de balefir raserî me bûn’. Baş e, van balefiran çi dikirin? Artêş, polis, hêzên ewlehiyê yên Iraqê hebûn, ew jî ji vê planê berpirsyar in. Lê di esas de PDK serwera Şengalê bû û berpirsyarê esas jî PDK ye.”

‘Ji ber fermanê tu kes nehatiya darizandin û cezakirin’

El-Arecî dibêje tevî ku 7 sal di ser fermanê re derbas bûne jî, hîn hesap ji berpirsyaran nehatiye xwestin û bi van gotinan berteka xwe tine ziman: “Siyaseta niha ya li Iraqê, hemû derew e, xwe li ser xwîna xelkê didin meşandin. Pirsa min ji hêzên navneteweyî eve; heya niha kî hatiye darizandin an jî girtin? Bi rastî jî baweriya me ji Iraqê, hêzên heyî nemaye. Me ewqas şehîd dan, em nikarin carekê din baweriya xwe bi wan bînin. Baweriya tenê bi me heye.”

‘Hêzen parastina Şengalê dest ji Şengalê bernadin’

El Arecî balê dikişîne ser geşedanên dawî, nîqaşên li ser hêzên parastina Şengalê û bi van gotinan helwesteke zelal nîşan dide: “Niha hêzên li Şengalê jî ne xem e bi kê ve girêdayî ne, bes em dizanin ku ji xelkê Şengalê ne. Ji ber vê jî em dizanin eger carekê din êrîş çêbe, yên ku dê Şengalê biparêzin ewên malên wan li vir in. Eger bên kuştin jî dest jê bernadin û naçin.”

‘Perwerde, parastin û yekitî pêwîst e’

El-Arecî di dawiya axaftina xwe de balê dikişîne ser liv û tevgera DAIŞ’ê û van hişyariyan dike: “DAIŞ niha xwe birêxistin dike, dixwazin kesên parastina Şengalê kirine û DAIŞ têk biriye tespît û tasfiye bikin. Divê însan hişyar bin. Divê ciwanên me dest ji pere berdin û zanibin xeteriyeke bi vî rengî li ser me heye, xwe amade bikin. Tiştê herî sereke ewe ku ciwanan ji bo parastinê rêxistin bikin. Ji ber ku em bê perwerde bûn, ferman hate serê me, divê em xwe perwerde bikin. Yekîtiya me nebû, dive em yekîtiyê pêş bixin ku ew hêz nikaribin xwe nêzî me bikin.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button