Çalakiya konê rûmetê 50 roje didome

Çalakiya xelkê me a bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” a ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê, 50 roj in dewam dike

Çalakiya xelkê me a bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” a ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê, 50 roj in dewam dike.

Li dijî peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, xelkê me ji 9’ê Cotmeha 2020’an ve li qadan in û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Konê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxane hatiye vedan jî di roja 50’an de bi biryardariyek mezin dewam dike.

Çalakî bi dirûşma “Em hemû asayîş in” pêk tê û rojane ji gelek gund, bajarok û navçeyên Şengalê, pêkhateyên herêmê diçin binê konê û biryardariya xwe ya li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê û piştgirîya xwe ji bo çalakiyê nîşan didin.

Di vê navberê de Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî jî ji rojnews re axivî û li ser berxwedana konê berxwedanê nêrînên xwe parvekir. Sabiha Sebrî da zanîn ku li gorî destûra Iraqê, her neteweke dikare li ser axa Iraqê xweser be û wiha pêde çû; “Çima Iraq dijî destûra xwe derdikeve û bi polîtîkayên mijûlkirinê dixwaze me bê îrade bike. Wê civaka Êzidî bi reng, çand û berxwedana xwe li ser axa xwe bijî. Ji ber ku beriya şeş salan qirkirinek fizikî û çandî li ser gelê me pêkhat. Piştî fermanê Êzidiyan xwe li ser fikre azad, bi rêxistin kirine û dê kes nekaribe ferman bi serê Êzidiyan de bîne.”

Sabîha di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku wana bi ked, xwîna keç û xortên Kurdistanê axa Şengalê rizgar kir, ji bo wê ewê carek din teslîmyetê qebûl nekin.

Berdevka TAJÊ herî dawî jî balkêşa ser polîtîkaya Iraq a li dijî Şengalê û got; “Dewleta Iraqê bi van polîtîkayên xwe yên mijûlkirinê wê nekaribe, îradeye me radest bigre. Em ne mecbûrin xwe bi kesê bidin qebûl kirin, ya girîng ewe em xwe qebûl bikin û ew xweseriya me qebûl bikin. Wê berxwedana me heya dawiyê dewam bike.”

Show More
Back to top button