Jinên Şengalê li sûka jinên Êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşiyan  

Li Sûka ku jinên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dîl girtin û zincîrkirin, jinên Êzîdî di salvegera fermanê de bi meşeke watedar a girseyî, hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan şermezar kirin. Di meşê de daxwaza naskirina jenosîda Êzîdiyan û qebûlkirina ‘Xweserî’ ji bo Şengalê hate kirin

Bi nêzbûna salvegera 3’yê Tebaxa 2014’an ya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê re, jinên Êzîdî bi armanca protestokirinê dest bi rêze çalakiyan kirin. Di çalakiyan de hem ferman tê şermezarkirin hem jî daxwaza naskirina ‘Xweseriya’ Şengalê tê kirin.

Duh jinên Êzîdî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), li sûka ku jinên Êzîdî dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê, hatibûn zincîrkirin û reş hatibûn pêçan, meşeke watedar lidarxistin.

Bi sedan jinên ku tevlî meşêbûn, li dijî tarîtiya DAIŞ’ê desmalên spî pêçan, li refên pêş ya meşê de jî komek jin bi armanca protestokirin û bibîrxistinê, xwe reş pêçan û destên xwe zincîrkirin.

Di meşa de pankartên dirûşmên wekî; “Yekitî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire” û “Bimre Îxanet” hatine nivîsandin, hatin rakirin.  Her wiha wêneyên dema fermanê jî hatin hildan û dirûşmên, “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “We çi divê Xweserî” qêriyan.

“Em gelên cuda bi hev re li ser vê axê dijîn”

EndamTAJÊ Şemê Remo di dawiya meşê de bi boneya salvegera fermanê axaftineke kurt kir; ”Îro ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an me li Suka Kevin meşek li darxist. Ciwanên me weke sembol cilên reş li xwe kirin û zendên xwe zincîr kirin, ji ber di fermanê de wiha li keçên me jî kirin û birin. Lê emê bi têkoşîna xwe bi herkesê bidin qebûlkirin ku jenosîda li ser Êzîdiyan pêkhatiye, nas bikin.”

“Heya têkûzkirina xweseriyê, wê têkoşîn bidome’

Endama TAJÊ Fehîme Silêman jî di meşa protestoyî de axivî û got: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li vê sukê bi sedan keçên me hatin girtin û kuştin. Me xwest em bi vê meşê fermana bi ser me de hatiye, bibîra herkesê bixin. Me êş û azarên gelek mezin dîtin. Lê ji vir şunde em heya ku xweseriya xwe ava nekin emê her tekoşîna xwe bidomînin, ji ber enceq em dikarin wiha pêşî li fermanan bigirin.”

“komkujî kirin û di gorên komî de veşartin”

Piştî axaftinan di meşê de berdevka TAJÊ Sebiha Sebrî daxuyaniya TAJÊ xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em dikevin 7’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tabaxa 2014’ an. Wê demê ji ber bê berpirsiyarî û îxaneta hêzên herêmê û bêdengiya cîhanê li Şengalê civaka Êzidî Fermana 74’ an jiyan kir. Bi dehan keçên Êzidî ji bona nekevin nava lepên hovên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin, demarên destê xwe qut kirin û dawî li jiyana xwe anîn.Di rojên herî zor û zehmet de ku civaka Êzidî ber bi qirkirin û tinebunê ve diçû, şagirt û şervanên Rêber Apo ji çiyayên azad û rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şingalê û bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR û şervanên YPG û YPJ ji bona parastina civaka Êzidî bi sedan şehîd dan. Bi mudaxeleya şervanên azadiyê re rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî hat girtin.”

“Ji Peymana 9’ê Cotmehê re na”  

Di daxuyaniyê de siyaseta hêzên cîhanî ya beramber êrîşên li ser Êzîdiyan jî hate rexnekirin û ev tişt hate gotin: ”Li beramberî jenosîda li ser civaka Êzidî cîhanê gûh û çavê xwe girtin, ker, kor û lal bûn. Hîna fermana li ser civaka Êzidî wek jenosîd li giştî cîhanê de bi fermî nehatiye nasîn û hesab ji berpirsan nehatiye xwestin. Di vî demê dawiyê de li hin welatan ferman wek jenosîd hat niqaşkirin û hinek welatên weke Belçîka jî bi fermî jenosîd qebûl kirin.”

Di daxuyaniya TAJÊ’ê de daxwaza Xweseriya Şengalê hate kirin; ”Em hevpeymana 9’ê Cotmehê weke berdewama fermanê dibînin. Ji bo ku jenosîd dûbare nebin,divê îradeya gelê Êzidî ya li Şingalê were nasîn û esas girtin. Îrade û xweseriya Şengalê neyê nasîn tu wateya nasîna jenosîdê jî wê nebe. Divê Êzidî çarenûsa xwe diyar bikin. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di şexsê şehîdên fermanê de tevahî şehîdên 74 Fermanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em wek jinên Êzidî soz didin ku emê bi nasîn û serxistina xweseriya Şengalê bersivekî dîrokî bidin 74 fermanan û emê bi îradeya xwe rê li ber jenosîdan bigirin.”

Di dawiya çalakiyê de hate gotin, wê rêze çalakiyên wan bidomin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button