Gundê ne teslîmî Sedam ne jî DAIŞ’ê bûyî: Gurmuz

Gundê Gurmuz ê ji aliyê bakur-rojhilatê Çiyayê Şengalê ve gundê dawî yê Êzidiyan e, yek ji wan gundan e ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî DAIŞ’ê serê xwe netewandiye û heya rizgariyê jî  ev rûmet parastiye

Çîroka berxwadana gundê Gurmuz kevn e, berxwedana li hemberî fermana 2014’an xeleka dawî ya berxwedana vî gundî ye. Dema Sedam Huseyîn sala 1975’an xwest bi zext û zor civaka Êzidî ji Çiyayê Şengalê dûr bixe û li deşt û bajaran bicih bike, Êzidiyên gundê Gurmuz ê girêdayî komelgeha Herdan, teslîmî vê polîtîkayê nebûne, pişta xwe dane çiyayê xwe yê pîroz û li gund mane.

Kalemêrê gund Qasim Gurmuz û kurê wî Xelef Qasim Gurmuz ku şahidiya fermanê kirine û li hemberî êrîşan li ber xwe dane, bi dilekî giran lê bi sebreke kûr, roja fermanê û piştî wê vegotin. Qasim Gurmuz 60 sal in li Gurmuz e. Beriya werin gund, destpêkê berê xwe daye Gohbel, Zorava û pişt re jî hatiye li Gurmuz bi cih bûye. Gund, heya roja fermanê jî bi karê cotyarî, çandinî û şivantiyê, di nav aramiyê de jiyana xwe borandiye. Qasim Gurmuz ji bo wan rojan dibêje, “rojên xweş û geş bûn”.

‘Me li ber xwe da lê hêza me têrî nekir’

Qasim Gurmuz bi kamilbûna salên dirêj û êşên giran, wekî li hemberî lez û beza dinyayê bisekine, bi sekin û awireke giran, her tiştekî roja fermanê tîne hişê xwe û bi giraniya wan diaxive. Gurmuz, destpêkê dibêje cîranên wan ên bi salan kirîvtî kirine, berîya êrîşan çûne alîkariya DAIŞ’ê û xemgînî- êşa ji bo wê tîne ziman. Gurmuz diyar kir ku dem êrîşan destpê kir wan li berxwe daye û wan rojan wiha vedibêje:  “Hêza me têrî nekir. Me 5-6 rojan şer kir, lê gule li tirêmpêlên wan nediçûn. Me 3 caran êrîşên DAIŞ’ê şikandin. Di berxwedanê de çend gundî jî şehîd bûn.”

‘Di destê me de Bruno hebû’

Di fermanê de DAIŞ, li gel kuştinê talanê jî dike. Malên gundiyan têne rûxandin, hemû mal û milkên wan tên talankirin. Qasim Gurmuz dibêje, ji ber DAIŞ’ê hemû rê girtibûn, wan nekariye xwe xilas bikin, ji bo parastina jin û zarokan û karibin li ber xwe bidin berê xwe dane qeracê (gir). Ji bo berxwedana li qeracê Qasim Gurmuz wiha dibêje “Em ketin ser qerac de, me malbata xwe bir û li wir şer kir. Me nekarî zêde li ber xwe bidin, em neçar man me gundê xwe terk kir. Şerê me û DAIŞ’ê 5-6 rojan berdewam kir. Qeweta wan ji ya me mezintir bû. Tank, top û çekên wan ên giran hebûn. Çeka me Bruno bû. Me berê şerekî bi vî rengî nekiribû.”

Di dawiyê de neçar dimînin ku dest ji gund berdin, destpêkê berê xwe didin Şerfedîn, pişt re jî Başûrê Kurdistanê.

‘Em naçin ba bêxîretan’

Roja fermanê roja hawarê ye, lê tu kes naçe hawara wan û ew bitenê dimînin. Qasim Gurmuz bi hêrsa ku kes neçûye hawara wan van tiştan dibêje: “Dor û pişta me hemû kirîvên me yên xwînê bûn, lê dostaniya xwe negihandin dûmahiyê. Piştî ku rê vebû em vegeriyan gundê xwe, gundên derdorê xwestin werin serdana me. Lê vê carê jî em neçûn ba wan. Me got ew bêxîret in, em naçin ba wan.”

‘Tu dewlet li hemberî me ne sererast e’

Fermana li ser Êzidiyan bi destê DAIŞ’ê hate kirin, lê Qasim Gurmuz di wê ferqê de ye ku ji vê fermana giran ne tenê DAIŞ berpirsyar e. Hêzên ku rê li ber fermanê vekirine, hêzên Êzidî bi tenê hiştine û reviyane hemûyan baş nas dike û wiha dibêje: “Welle tu dewlet li beramberî me sererast nînin. Dewlet hemû xayin in. Yek bi hawara me ve nehat. Dewleta Tirk dijminê Êzidiyan e.  Mesud Barzanî em bi xwe girtin, lê ne tu xwegirtin bû. Amerîkayê mala Êzidiyan xera kir ne kesekî din.”

Xelef Qasim Gurmuz jî di dema fermanê de di nav ciwanên berxwedêr de bûye. Ew jî roja fermanê li gundê Gurmuz bû. Gurmuz dibêje, piştî DAIŞ’ê bi ser komelgeya Herdan de girt û xelk hate şehîd kirin, jin û zarok hatin revandin ew jî neçar mane ji gundê xwe derkevin û ji bo malbatên xwe biparêzin li pişta gund çeperên berxwadenê çêkirine.

‘Hêzên pêşmerge reviyan’

Gurmuz bi van gotinan behsa wê rojê dike: “Saet derdora 9-10’ê sibehê DAIŞ hat. Ji 1-2 kîlometreyan bi doçkayê gulebaran kir. Hêzên pêşmerge reviyan, me ji wan re got ‘hunê çi bikin?’ Gotin ‘em ê birevin, emê hew bimînin li vê derê’. Me nekarî ji gund jî derkevin me berê xwe da qeracê.”

Dema çeteyên DAIŞ’ê derbasî komelgeha Herdan dibin, xelkê ser rêyan dîsa vedigerînin nava gund. Ji xelkê re dibêjin ‘em tiştek bi we nakin’. Lê piştî gund dorpêç dikin, keç, jin û zarokan direvînin, ciwan û zilamên gund jî li ser cadeyan dikujin. Gurmuz wiha behsa wê rojê dike: “Ji me re digotin em ne ji bo we hatine, armanca me şikênandina pêşmerge û artêşa Iraqê ye. Alên spî rakin û tiştek bi Êzidiyan nakin. Lê ne wekî gotina wan bû, xelk xapandin.”

‘Yên dikarin şer bikin li gund man’

Di germa havînê de, bi roj di bin kelekela tavê de, bi şev jî li çolê di sermayê de man. Av û xwarin nebû, çek û cebilxane kêm bû. Di nava van kêmderfetiyan de, 5-6 rojan liber xwe didin. Gurmuz neçariya rêwitiya jin, zarok û kalemêran wiha vedibêje: “Me jin, zarok, malbat xilas kirin, ber bi Şerfedîn û Pîrê Ewra ve birin. Gundî, ciwan, yên dikarin sîlahê rakin û li ber xwe bidin li gund man. Li Şerfedîn û Pîrê Ewran man. Mufrezeyên DAIŞ’ê hatin ser van qeracan, heya rizgarkirina gund û herêmê me şer kir.”

‘2 gerîlayên PKK’ê li gund şehîd ketin’

Di berxwedana li hemberî DAIŞ’ê de kurmamên Gurmuz ên bi navê Bapîr, Xelef, Îsmaîl û Celal li gund şehîd dikevin. Her wiha gerîlayên PKK’ê jî xwe digihînin gund. Xelef Osman Gurmuz liser hatina gerîla wiha got: Wê demê PKK jî hatibû vê derê, di şerê gundê me de. du heval şehîd ketin, hevalek xort û hevalek jin. Lê cenazeyên wan DAIŞ’ê birin. Ev şehîd ne yên rojên destpêkê ne, piştî şerê bi DAIŞ’ê re giran bû, şehîd ketin.”

Dema berxwedana bi pêşengiya gerilayên PKK’ê xurt dibe, DAIŞ her paş ve diçe. Di vê rewşê de, gundiyên Gurmuzê derbasî gundê Guhbel dibin, piştî eniya şer derbasî milê Şengalê dibe jî vedigerin Gurmuzê. Dîmena dikeve pêş wan, malên hilweşandî û gundekî talankirî ye. Êş û azarên fermanê, hesreta jin û zarokên aqûbeta wan nayê zanîn, şehîdên berxwedanê li Gurmuz nehatiye jibîrkirin. Lê wekî tolhildana van hemûyan, malên xwe ji nû ve ava kirine, li ser koka bîr û baweriya Êzdiyatiyê jiyana xwe car din şên kiriye.

ÊZDÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS

Show More
Back to top button