Hêrsa dijî fermanê ew kirin parasvanên Êzdayetî û jinê 

Du xwîşkên Êzidî ku bi hêrsa dijî fermana 3’yê tebaxê tevlî refên YJŞ’ê bûne, diyar kirin ew li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştine hişmendiya Êzdayetiyê, zordestiya li ser jinê hatiye ferzkirin baş dîtiye û rastiya hêza jinê fêm kiriye. Herdu xwîşkan bal kişandin ser girîngiya parastinê û banga tevlîbûnê kir

 

 

Bi nêzîkbûna salvegera fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîn û bi hezaran kes hatibûn qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatibûn revandin û bi sed hezaran jî koçber bibûn re, Şengalî hîn zêdetir liser girîngiya parastinê disekinin.

Ciwanên Êzidî û bi taybet jî jinên ciwan ên Êzidî ku di dema fermanê de li gel avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bere xwe dan eniyên parastinê, niha balê dikişînin ser rola parastinê.

Du xwîşkên bi navê Adar Sarya û Lavîn Adar jî, di dema fermanê de tevlî refên parastinê bûne.

Herdu xwîşkan, bi minasebeta nêzîkbûna salvegera fermanê, nêrînên xwe yên derbarê girîngiya parastinê de ji Rojnews re anîn ziman.

Adar Sarya: Gerilayên jin gelekî bandor li ser me çêkir

Şervana YJŞ’ê Adar Sarya da zanîn ku dema ferman çêbûyî, hêzên PDK’ê ji Şingalê reviyane, Lê pişte gerîlayên HPG/YJA-STAR bi hawara wan hatine, vê yekê jî gelekî bandor li wan kiriye û wiha dom kir: “Me bihîst ku gerîlayên HPG û YJA-STAR ji bo parastina me berê xwe dane Şengalê. Dema me bihîst ku jin jî şervaniyê dikin û ji bo paratina me hatine Şengalê, bandoreke gelekî zêde li ser me çêkir. Berxwedana li Şengalê çêbûyî rê vekir ku ez û xwîşka xwe tevlî refên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bibin.”

‘Em hêza xwe dibînin’

Adar Sarya da zanîn armanca tevlîbûna wan ew bû ku xwe perwerde bikin û bigihîn astek wisa ku xaka xwe biparêzin. Adar Sarya got: “Tişta ku niha me dide meşandin, fikir û ramanên Rêber Apo ne. Em bi vê perwerdeyê pêşketina xwe ya fikrî û derxistina holê ya hêza xwe dibînin. Dema mirov perwerde dibîne koletî û zordestiya li ser jinê hatiye ferzkirin dibîne. Bi vê zanebûnê em jî şopdarên Berîvanan nin.”

Lavîn Adar: Me qetilkirin û revandina jinan tehemul nekir

Şervana YJŞ’ê Lavîn Adar jî da zanîn ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an gelekî bandor li ser wê çêkiriye bi van gotinan sedema tevlîbûna xwe ya nava refên YJŞ’ê vegot:  Me tehemûl nekir ku li hemberî qetilkirin û revandina jinan, em li cihê xwe biseki. Lewma me biryara tevlîbûna YJŞ’ê da. Me destpêkê nedizanî hêza YBŞ/YJŞ’ê hatiye avakirin. Piştî naskirinê em jî tevlî hêza parastina Şengalê bûn.”

‘Em gihîştin hişmendiya hişmendiya Êzdayetî û hêza jinê’

Lavîn Adar li gel xwîşka xwe tevlîbûna nava refên hêzên parastinê ji bo wê keyfxweşiyek mezine û wiha dom kir: “Dîtina perwerdeyê û xwegihandina hişmendiya rastiya Êzdayetiyê, di jiyana me de tiştekê nû ye. Bi vê re min hêza jinê ya veşartî derxist zanebûne. Eger YJŞ û YBŞ nebuya, gelê me ye Êzidî nedigihîşt zanebûnekê.”

Herdu xwîşkên şervanên YJŞ’ê bang li tevahiya ciwanên Êzidî kirin ku tevlî refên YBŞ û YJŞ’ê bibin.

ROJNEWS/HÊJAR AVESTA-ŞENGAL

Show More
Back to top button