Xizmetguzariya Şengalê hemû pêwîstiyên xelkê xwe pêktîne

Endamê rêveberiya Şaredariya Navenda Şengalê Mam Cindo derbarê kar û xebatê Şaredariyê de ji Radyo me re axivî û got: “ Me weke Şaredarî ji 2016’an ve dest bi karê xwe kir.  Dema ku me dest bi karê xwe kir ji bajarekê xerabe me dest pê kir. Hemû miletê me vegeriyan Şengalê  ne kehreb û ne jî av hebû, hema em ji wir de ketin rê ku pêwîstî hebû em kar bikin û pêş de jî bibin

 

 

Ji bo em bikaribin pêdiviyên gelê Şengalê bi cih bînin me destpêkê çend muwelîde danîn ji bo kehreb bigihîje hemû xelkên me. Her wiha di aliyê avê de jî me çend tankêrên avê û bîr kolandin ji ber bê aviyeke mezin hebû di nava milet de. Ji piştî ku em vegeriyane Şengalê û heta niha jî karê paqijiyê tê meşandin, ji ber bê paqijî nayê jiyan kirin. Em dikarin  bêjin ku kar û xebatên me heta cihekê bû bersiv ji bo xelkê me yên vegeriyan ser cih û warê xwe.

Cindo anî ziman û diyar kir ku em di wê hêviyê û baweriyê de ku hemû miletê me bi me re bibin alîkar da û got: “em weke şaredarî jî hîn xurtir bibin di aliyê kar de, ji bo xelkê me jî bikaribe rihet li vê derê jiyana xwe bidomîne. Her çiqas îmkanên me kêm bin jî em ê ji bo jiyaneke rehet hemû derfetan ji bo xelkê xwe pêşkêş bikin. Beriya fermanê pir kar di Şaredariyê de ne dihate kirin. Diyar bû ku kesî qet guhê xwe nedida Şengalê, bi taybetî jî dewleta Îraqê ti carê bi çavekî mirovî li Şengalê meyze nedikir.”

Mam Cindo di berdewamiya axaftinên xwe de li ser girîngiya paqijiya Şengalê jî wiha got: “Pirî caran ji bo em bikaribin Şengala xwe rengîn bikin me dest bi hemleyên paqijiyê kirine û bi destê xwe me wesexeyên nava kolanan de kom kiriye. Axa Şengalê axeke paqije ji bo wê jî pêwîste hemû xelkê me jî vê hewildanê bidin ku em Şengalê şîn bikin. Tensîqek di nava me û Şaredariyên navçeyên derdor de heye. Di aliyê fikir dayînê de jî her şaredarî dikare fikirê xwe bêje ji bo ya din. Bi awayekî peryodîk em li hev dicivin û derbarê kar û xebat de nîqaşan bi pêş dixin. Ji bo Şaredariyên me û yên dewleta Îraqê de jî di hinek cihan de tensîqeke me bi wan re heye, lê di hinek cihan de jî ew bi xwe di zexetkê de ne nikarin bi me re tensîqekê çêbikin. Eger wan jî karîbana bi me re tensîqek çêbikirina wê demê me dikarî hîn zêdetir derfetên heyî têxin xizmetê gel de.”

Mam Cindo herî dawî wiha bi van gotinan nêrînên xwe bi dawî kirin û got: “Em dîsa dibêjin ji her tiştî re em amade ne ji bo xizmeta xelkê xwe bikin da her kes vegere ser cih û warê xwe. Bi rastî ev pêşketinên heyî weke xewnekê û xeyalekê ji min re tê, di heman demê de jî ji tunebûnê ber bi hebûnê ve hêvî û serkeftineke mezine ji bo me. Pîlan û projeyên me jî wê berdewam bikin park, rê, pirsgirêkin ceyranê û avê lê tenê hinek dem jê re divê. Em gelek spas dikin ji bo we ku bi riya we em dengê xwe digihînin miletê xwe. Em hêvîdarin ku ji bo hemû miletê xwe yê Şengalê bibin bersiv.

Radyo Dengê Çira Şengal- Milan Cudî

Show More
Back to top button