YÊN KU QIRKIRINA ÊZIDIYAN NAS DIKIN, DIVÊ LI BER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK JÎ RABIN’

Bayik bi bîr xist ku heta niha herî kêm 73 ferman li civaka Êzidî rabûye, xelkê Êzidî li dijî van fermanan dixwaze xwe bi rêve bibe, xwe biparêze.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û têkildarî salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, şehîdên meha Gulanê, armanca Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan ji serdana Amedê, salvegera Şoreşa Rojava, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana li dijî van êrişan axivî.

Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê nirxand.

Bayik bi bîr xist ku heta niha herî kêm 73 ferman li civaka Êzidî rabûye, xelkê Êzidî li dijî van fermanan dixwaze xwe bi rêve bibe, xwe biparêze.

Bayik got, “Dema ku DAÎŞ’ê êrişî Êzidiyan kir her kesî dengê xwe bilind dikir. Niha dewleta Tirk êrişî xelkê Êzidî dike, lê kes dengê xwe nake. Ev yek durûtî û bêexlaqî ye.”

Bayik diyar kir ku dewleta Tirk mîna DAÎŞ’ê dixwaze Êzidiyan qetil bike û got, “Xelkê Êzidî vê rewşê dibîne û dibe xwedî hêrseke mezin. Du dewletên Ewropayê Hollanda û Belçîkayê qebûl kirin ku xelkê Êzidî hatiye qirkirin. Ev biryar girîng e. Ji ber van biryaran em spasiya wan dikin. Eger bi rêya van biryaran komkujî û qirkirina li ser Êzidiyan qebûl kiribin, hingî divê li ber êrişên dewleta Tirk jî rabin. Dema ku ev kirin, wê hingî biryara wan bi wate be. Yanî li gel naskirina qirkirinê, bêdengiya li pêşberî êrişên dewleta Tirk sekneke rast nîne. Bendewariya me ew e ku li gorî biryara standine li

Bayik destnîşan kir ku di vê mijarê de ya ku herî zêde divê bi berpirsyarî rabe hikumeta Iraqê ye û wiha dewam kir; “Ya ku herî zêde divê bi qîmetê Êzidiyan zanibe hikumeta Iraqê ye. Eger hikumeta Iraqê mafên rewa yên Êzidiyan nas bike wê ev yek ji bo Iraqê gaveke gelekî girîng be. Wê li cîhanê îmaja xwe xurt bibe. Ev yek wê di heman demê de bandoreke erênî li têkiliyên navbera gelê Kurd û hikumeta Iraqê jî bike. Daxwaz û bendewariya me bi vî rengî ye. Bêguman di vir de tiştekî din ê girîng heye. Eşkere bû ku eger xelkê Êzidî bi vî rengî karekî xurt bimeşînin wê qirkirina li wan hatiye kirin bi gelek welatan di asta fermî de bidin qebûlkirin. Eger hîn bi xurtî bixebitin wê hem ji aliyê naskirina mafên xwe yên parastina rewa hem jî naskirina komkujiya li wan hatiye kirin encamên girîng werbigirin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button