Tenê gerîla karî me ji mirinê xilas bike’

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê diyarkir ku ewê heya dawî li ser fikir û raman Rêber Ocalan xwe bi rêxistin bikin. Xwedêda bang li hemû Kurdan kir da ku dijî dagirkerî û tecrîdê rabin ser xwe. Welatiyê bi navê Dawid jî got; “Yên ku me Êzidiyan ji mirinê xilas kirîn, şagirtên Rêber Apo bûn, emê ti carî gerîla ji bîr nekin'

 

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, bê navber dewam dike. Dewleta Tirk her tim gef li Şengalê jî dixwe û êrişan pêktîne. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî roj biroj girantir dibe, nerazîbûna dijî tecrîd, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk her ku diçe berfireh dibe. Li ser mijarê Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas û welatiyê bi navê dawid Dinay ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Dawid Dinay destpêkê balkêşa ser berxwedana gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Dawid got ku di 3 Tebaxa 2014’an de, dema êrişa hovane hat ser Êzidiyan, tevî hêzên serdest û dewletên cîhanê bi hêz û çekên xwe tên nasîn, lê nekarîn Êzidiyan biparêzin.

Dawid di dewamê de dibêje; “Wek welat û dewlet bi erka xwe ya mirovahiyê ranebûn, tenê gerîlayên azadiyê li me Êzidiyan xwedî derketin. Rêber Apo ku di nava tecrîdek girankirî deye, ji nava çar dîwaran şagirtên xwe ji bo parastina Êzidiyan rêkir û em ji qirkirinê xilas kirin. Ji can zêdetir tiştek din nînin, gerîla ji bo rizgarkirina zarokên me canê xwe jî dan. Emê wek civaka Êzidî vê yekê qet ji bîr nekin.”

Dawid di dewama axaftina xwe de behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo heye, li rexa vê dijî gerîlayên azadiyê, li çiyayên Kurdistanê şerek mezin heye. Em dizanin ev jî pîlanek navnetewiye, em weke Êzidî bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin berxwedana Rêber Apo û gerîlayên azadiyê. Emê ji bo vê yekê jî çalakiyên xwe dewam bikin.

Hevserokê Meclisa Gel a navçeya Sinûnê Xwedêda Eliyas jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Xwedêda got ku bi hezaran sale Kurd bindeste, Rêber Ocalan bi fikir û ramana xwe gelê Kurd ji bindestiyê rizgarkir. Xwedêda da zanîn ku Rêber Apo bi komek biçûk têkoşîn destpêkir, îro bi milyonan kes li ser fikir û raman Rêber Apo dimeşin û xwe rêxistin dikin.

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas di dewama axaftina xwe de got; “Ji ber vê jî dewletên desthilatdar dixwazin Rêber Apo ji holê rakin, ji bo ku fikir û ramana Rêber Apo belav nebe roj bi roj tecrîdê girantir dikin. Emê heya dawî li ser fkir û ramana Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin. Li aliyek tecrîdê giran dikin, li aliyek din dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dijî gerîla şerê xwe berfireh dike. Bi rêya çeteyên xwe dixwaze Başûrê Kurdistanê jî mîna Efrînê dagir bike. Ji bo vê em bang li hemû Kurdan dikin dijî tecrîd û dagirkeriyê xwedî helwest bin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button