Ciwanê Êzidî hat berdan, alozî bi dawî bû

Ciwanê Êzidî yê li bajaroka Xanesorê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû binçavkirin, hat berdan û aloziya li bajarok bi dawî bû

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê îro saet derdora 16.00’an de bi armanca destekdayîna berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşek girseyî hat lidarxistin. Ji ber meşê yekîneyek artêşa Iraqê jî hat herêmê. Piştî meşê di navbera ciwanan û leşkerên Iraqê de alozî derket. Di aloziya saet derdora 18.00’an derket de, leşkeran ciwanek girt.

Li ser vê yekê girse li hev kom bû û nerazîbûn nîşan dan û xwestin ciwanê hatiye girtin were berdan.

Li ser nerazîbûna gel leşkerên Iraqê ciwanê hatî binçavkirin, berdan û aloziya li bajarok bi dawî hat.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button