Mistefa Kazimî serdana Ewropayê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo hin hevdîtinan berê xwe da Ewropayê

Hat gotin, wê Kazimî mijara binpêkirina serweriya Iraqê, hilbijartina pêşxwext ya Iraqê û şerê li dijî terorê li gel rayedarên Ewropî giftûgo bike.

Di saetên êvarê de Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel şandeyek berê xwe da Ewropayê.

Li gorî çapemeniya Iraqê, wê Kazimî despêkê here Brukselê û li wê derê çend hevdîtinan li gel rayedarên NATO û berpirsên Yekitiya Ewropayê pêkbîne.

Her wiha hat gotin, wê Kazimî li gel rayedarên Ewropî li ser xurtkirina peywendiyên aborî, bazirganî, mijara binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê welatên cîran ve, şerê li dijî terorê û hilbijartina pêşwext a Iraqê baxivin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button