Konferansa damezrîner a Yekitiya Jinên Êzidî bi dawî bû

Konferansa damezrîner a Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi hilbijartina endamên meclisa yekitiyê bi dawî bû

 

Konferansa Yekemîn a Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi dirûşma “Bi fikirê neteweya demokratîk jinên êzidî yên Rojava wê bi ser kevin” li kantona Şehbayê hate lidarxistin.

30 jinên Êzidî yên ji herêmên Efrîn û Cizîrê, nûnerên Yekitiya Jinên Êzidî yên li Heleb, Şengal û Almanyayê beşdarî konferansê bûn.

Piştî nirxandina rapora kar û xebatê û xwendina rêziknameyê, ji bo avakirina Koordînasyona Meclisa Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava hilbijartin dest pê kir.

15 endam li ser astên hermên Efrîn, Cizîrê û bajarê Helebê hatin hilbijartin û komîteyên meclisê (Perwerde, têkiliyên diplomatîk, çand û huner, ciwan û arşîv û ragihandin) hatin avakirin.

Ji 15 endaman, 5 endamên rêveber ên Koordînasyona Meclisa Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava ne; Sûad Hiso, Zeyneb Marko, Asûma Nûrî û Arhîn Rebekê .

Endaman sond xwarin ku dê ji bo parastina jin, şoreşa jinê û jinên Êzidî bixebitin.

Konferans bi diruşmeyên silavkirina jinên berxwedêr bi dawî bû.

ANHA

Show More
Back to top button