Ciwanên Şengalê êrişa ser HDP’ê şermezar kirin

Li Şengalê ciwanên PADÊ bi daxuyaniyekê êrişa ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku têde xebatkarek HDP’ê hate qetilkirin şermezar kirin û ragihandin ku wê ti caran armaca êrişên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bi sernekeve

 

 

Li Meclisa Gel a Komalgeha Dohlayê ya Şengalê ciwanên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li dijî êrişa ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Cemîla Meto ve hate dayîn. Di serî de ji malbata Deniz Payroz a ku di êrişê de hate qetilkirin sersaxî hate xwestitin û wiha hate gotin: “Destpêkê em weke ciwanên PADÊ êrişa li ser Partiya HDP’ê ya ku têde endama HDP’ê Deniz Poyraz hatî qetilkirin şermezar dikin û em weke ciwananên Êzid vê êrişê ti caran napejirînin. Em ji malbata Denîz re sersaxiyê dixwazin. Em weke ciwananên Êzidî vê yekê baş dizanin ku ev êriş ji aliyê dewleta dagirker ve bi zanistî hatiye kirin. Ev polîtîkaya qirkirinê ye  li ser gelê Kurd tê meşandin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker ticaran îradeya siyasî ya gelê Kurd napejirînin ji bo wê ye li her deverê li beramberê îradeya gelê Kurd şer dide meşandin. Lê bila dijminên Kurdan bizanin wê nekarin ticarê vîna gelê Kurd tine bike û wê nekaribe bi êrişên xwe yên hovane û nemerdane bi ser bikeve.”

Di dawiya daxuyaniya ciwanan de ev hat gotin “Em jî weke ciwanên PADÊ bang li tevahî ciwanên Kurd dikin ku xwedî li vîn û partiya xwe HDP’ê derbikevin.”

Daxuyanî bi diroşên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bîjî Serok Apo’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button