Pirsgirêka avê ya Dugurê hat çareserkirin

Şaredariya Komelgeha Dugurê ya girêdayî Şengalê, pirsgirêka avê ya komelgehê çareser kir. Şebekeya avê ku di salek de hat temamkirin û nêzî 10 kîlometre dirêj e, îro hat vekirin

Şaedariya Komelgeha Dugurê ya girêdayî Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, salek beriya niha proje amade çêkir û dest bi pêkanîna wê kiribû. Di encama xebatan de ji gundê Adîka yê çiyayê Şengalê şekebeyek avê ku 10 kîlometre ye, hat danîn.

Bi minasebeta bidawîbûna projeyê ku zêdetirî milyonek dolar hat mesrefkirin, îro li cihê şebekeya avê merasîmek hat pêkanîn.

Di merasîma ku nûnerê sazî û rêxsitinên Dugurê jî tevlî bûn de endamê Rêveberiya Şaredariyên Şengalê Îdo Şengalî axivî û got: “Li gel êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şegalê, sîstema avê jî hatibû xirabkirin. Me xwest beriya ku hemû welatî vegerin ser warê xwe, vê pirsgirêkê çareser bikin. Heta niha me bi tankeran av li malan belav dikir, lê êdî pirsgirêk çareser bû.”

Endama Tevgera Fzadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zehrê Şemo jî di merasîmê de axivî û got. “Çeteyên DAIŞ’ê tevhiya malên me û pirojeyên xizmetguzariyê xirab kiribûn. Piştî wê jî tu kesî alîkariya we nekir. Piştî ku em vegeriyan ser malên xwe, me xwe bi rêxistinkir û yek ji karên me yên esasî bû karê şaredariyê. Niha jî xizmeta gel dikin.”

Yek ji keasyetên Şengalê Semîr Derwşê jî axivî û spasiya Şaredariya Gel kir.

Piştî axaftinan şebekeya avê hat vekirin.

Show More
Back to top button