Êzidiyên Helebê êrişên li ser qadên gerîla şermezar kirin

Endamên Mala Êzidiyan a Helebê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e

Komîteya Çand û Hunerê ya Mala Êzîdiyan a Helebê êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Endamê Komîteya Helebê Newrûz Elo diyar kir armanca êrîşên Tirk qirkirina Kurdan e, êrîşên li ser Şengal û Efrînê bi bîr anî û got bi zorê gel hatiye koçbekirin û dewleta Tirk dixwaze li her  devera ku Kurd lê dijîn eynî tiştî bike, sînoran li nav gelan deyne. Elo serfiraziya Garê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bîr xist û got dewleta Tirk a dagirker li Zap, Avaşîn û Metîna jî wê têk biçe.

Şêxê Mala Êzîdiyan Qenber Cimo jî got, ”Ev êrîşên dewleta Tirk di van deman de armanca xwe ew e ku her tim zextê li ser gel bike û gel ji hev qutbike, ji ber ku dema êrîş anî ser Efrînê dagir kir, beriya her tiştî pota Kawa Hesinkar xera kirin, ev yek ji diyar dike ku armanca xwe tinekirina Kurdan e.”

Show More
Back to top button