PADÊ li ser bûyerên li herêmê bi gel re civiya

Li bajarokê Til Izêr PADÊ têkildarî bûyer û pêşketinên li herêmê û taybet rewşa koçberên li kampan bi gel re civînek pêk anî

Bi pêşengtiya yek ji Serok Patriya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan  (PADÊ) Omer Salih û endamê rêveber Hadî Mehlo û Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel li Salona Laleş a bajarokê Til Izêr li ser bûyer û bi taybet jiyana welatiyên Êzidî yên li nava kampan civînek hate lidarxistin.

Di civînê de di serî de rewşa li Şengal û dîsa pêşketinên li Iraq û Rojhilata Navîn hatin nirxandin.

Di civînê de bal hate kişandina ser siyaseta li ser Şengalê tê kirin û dîsa siberoja Êzidiyan wê çi be hate nîqaşkirin.

Yek ji xala din a di civînê de li ser hate sekinîn ew jî şewata li kampên koçberên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê û jiyana li nava kampan bû.

PADÊ heman demê guh da daxwaz û nêrînên gel ên derbarê van mijaran.

Show More
Back to top button