Mala Êzidiyan a Helebê ji bo êzidiyên li kampan bang kir

Mala Êzidiyan a Helebê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destekê bibin êzidiyên li kampan û vegera wan a li warên wan jî dabîn bikin

https://www.youtube.com/watch?v=bhApVZqw20A

 

Mala Êzidiyan a Helebê ku navenda wê li taxa Şêxmeqsûdê ye, têkildarî şewata duh ya li Kampa Şeriya ya Duhokê ku Êzidî lê dimînin daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan Êzidî û enadmên Mala Êzidiyan hate xwendin.

Endama Mala Êzidiyan Cîlan Misto daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bal hate kişandin ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an ên li ser Şengalê û hate gotin: “Sala 2014`an, dema êrişî Şengalê kirin, me dît çawa êzidî ji ber DAIŞ`ê dev ji mal û erda xwe berdan, her wiha me dît çawa hikumeta herêma Kurdistanê ji Şengalê vekişiya û gel bi çarenûsa xwe re rû bi rû hiş, di heman demê de me dît ku çawa êzidî dihatin koçberkirin, qetilkirin û jin li bazaran dihatin firotin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo êzidiyên Şenglê yên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne kamp hatin vekirin û wiha hate domandin: “Ji wan kampan kampa Şeriyê ye ku bi desteka hikumeta herêmê li Duhokê hate vekirin. Lê mixabin li kampê alavên parastinê tune ne, di encamê de 4-6-2021`ê de agir bi 400 çadiran ket. Ev yek didin nîşandan ku aliyên berpirsyar parastina sivîlan û ambulans neşandin kampê da ku agir belav nebe, lê di encamê de ziyanên madî çêbûn.”

Mala Êzidiyan a Helebê bang li tevahiya rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku rewşa êzidiyên li  kampan di ber çavan re derbas bikin û desteka wan bikin, da ku vegerin warên xwe û ji nû ve malên wan ava bikin da ku bikarin bi aştî û aramî bijîn.

Her wiha bang li dewletên ku îdîaya parastina kêmneteweyan dike ku rewşa wan di ber çavan re derbas bike, girîngiyê bide dozên wan ên civakî da ku vegerin malên xwe.

(eh) ANHA

Show More
Back to top button