Jinên êzidî bi keda destê xwe debara xwe dikin

Li Nahiya Sinonê a Şengalê jinên Êzîdî ji bo debara xwe bikin firineke nan a bi navê Ebo Evîn vekirine

Kesên ku di vê firinê de jî kar dikin tenê jin û keçên ciwan in. Derbarê vê mijarê de jî jinekê ku nexwest navê wê aşkere bibe ji Radyo me re axivî û diyar ku jin xwedî hêz û îrade ye dikare bibe xwedî kar û projeyan ava bike.

Jina ciwan bi van gotinan dest bi axavtina xwe kir: “Em weke keç û jin di nava kar û xebatê vê firinê de cihê xwe digirin. Ev nêzî mehekê ye me dest bi vê karî kiriye. Bê ku kesek alîkariya me bike me dest bi vê karî kir. Em dikarin bêjin ev kareke pir baş e ji bo jinan û keçan, her wiha dikarin debara mala xwe jî pê bikin.”

Xebatkara  firina Bavê Evîn bal kişand ser kar û xebatên ku li wê derê tê kirin û wiha pê de çû: “Di seet 5:00 sibehê de em tên ser karê xwe. Em li vê derê ne tenê nan çêdikin pîzza, lahmacun, sumun hwd. jî çêdikin. Ango seetên me yên diyar ji bo girtina firinê tune ye, ji ber carê karê me pir dirêj dike û xwestekên milet jî pir dibin. Em jî li vê derê ji bo xizmeta miletê xwe bikin vê karî dikin çi belengaz jî hebe li gor derfetên xwe em alîkariya wan dikin. Em weke jin jî bi vê karî xwe jî gelekî kêfxweş in. Her wiha ez weke jineke Êzîdî dema karekî dikim di aliyê wijdanî de pir rehet dibim. Ji bo wê jî pêwîste hemu keç û jinên şengalê têkevin nava kar.”

Jina ciwan a Êzîdî bi van gotinan dawî li axavtinên xwe anî: “Ez hêvî dikim her kes bi keç û jinên me yên êzidî re bibin alîkar û ji bo wan projeyan bi pêş bixin. Ji ber ji her demê zêdetir em weke jinên êzidî pêwîstiya me bi kar û xebat heye. Niha jî em lê meyze bikin her ku diçe nisbeta bataliyê zêde dibe di nava civakan de li ser wê esasê jî pêwîste em alîkariyê bidin hev.”

RADYO DENGÊ ÇİRA ŞENGALÊ- SENA QIRANÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button