Şewata li Kampa Êzidiyan: 400 kon şewitîn û 6 kes jî birîndar bûn

Li Kampa Şeriya ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, şewat derket. Di encama şewatê de 400 kon şewitîn û 6 kes birîndar bûn

Tê gotin şewat ji ber temasa ceyranê derketiye. Piştî berteka gel, rêveberê kampê ji kar hat dûrxistin.

Duh li Kampa Şeriya ya Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, şewat derket. Di demek kurt de şewat belav bû, di encamê de 400 konên penaberan şewitîn û 6 kes jî bi sivikî birîndar bûn. Li gorî rayedarên kampê şewat ji ber temasa ceyranê çêbûye.

Di nava kampa Şeriya ya Dihokê de 12 hezar welatiyên Êzidî jiyan dikin. Di encama şewata duh de 400 kon şewitîn, yanî 184 malbat ku hejmara wan hezar û 4 kesin, ji derve man.

Li gorî agahiyan dema agir bi kampê ketî, tîma agir kuj ku tenê 20 kîlometre ji kamptê dûrin, piştî 45 kêliyan gihiştine kampê. Ji ber ku welatî ji nav kampê derketin, ti karesatek mirovî çênebû. Lê ziyanên madî gelek zêdene.

Xelkê di nava kampê de nerazîbûnek tûnd nîşa rêveberiya kampê dan. Piştî berteka welatiyan rêveberê kampê ji kar hat dûrxistin û li şûna wî Hekar Mihemed Emîn bû rêveberê nû yê kampê.

Malbatên ku konên wan şewitîne gelek jê li gel xizmên xwe dimînin.

Banga vegerê

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)  li ser bûyera şewata li Wargeha Şariya ya Dihokê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew xwedîderketina li malbatan weke erka xwe dibîne û got ku amadeye li Şengalê pêşwazî li malbatan bike.

Di daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)  de wiha tê gotin: “Em ji ber buyera şewatê ya li Wargeha Şariya Xemgînin. Rewşa ku gelê me têre derbas dibe ji nêz ve dişopînin. Em hewil didin zerer û ziyanên ku ber gelê me ketine bi dest bixin. Em bang li gelê xwe bi giştî dikin berê xwe bidin Şengalê. Taybet Malbatên ku konên wan şewitîne em amadene li Şengalê bi hemû derfetên ku di destê me de hene pêşwaziya wan bikin. Xwedîderketina li van malbatên me ku rastî karesatê hatine em erka li ser xwe dibînin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ -ROJNEWS

Show More
Back to top button