Artêşa İraqê ji Gir Zerik paşve kişiya

Artêşa Iraqê ku duh êvarê xwest bikeve gundê Gir Zerik nerazîbunek mezin ya xelkê me bi xwere anî. Xelkê me çûn Gir Zerîk û çalakî kirin. Di encama berxwedana xelkê me ku vê peyamê dida “hêza me ya parastinê heye, ne pêwîste hêzek ji derve were me biparêze” artêşa İraqê dûh şêv xwe paş de kişand

Artêşa İraqê duh danê êvarê saet derdora 5.00’an de xwest derbasî gundê Gir Zerik bibe.

Li ser vê hewldanê, gelê gund derket ser rêya artêşa Iraqê û nehişt ku derbas bibe. Welatiyên me ji rayedarên artêşê re gotin ku li herêmê jixwe hêzên parastinê hene, lewma pêdivî bi hêzek zêdetir nîn e.

Çalakvanan rê li hatin û çûnê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Xwepêşandêran her wiha dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bimre xiyanet”  berzkirin.

Piştî dinya tarî bû jî çalakvanan li ser rê agir pêxist û li dora wê govend gerandin, bi tîlîlî û dirûşmeyan careke din helwest û biryardariya xwe nîşan da.

Li hemberî vê berxwedan û israra xelkê me, artêşa Iraqê di derengiya şevê de ji herêmê dûr ket.  piştî ku artêş ji herêmê derket, welatiyên me jî çalakiya xwe bidawî kirin.

Show More
Back to top button