Jinên Şengalê jiyanê ji nû ve ava dikin

Jinên Şengalê yên vegeriyane ser axa xwe ji nû ve her derê şîn dikin diyar kirin ti dever ji Şengalê xweştir nîne û ewê carekdin bi destê kesê ve bernedin

https://www.youtube.com/watch?v=jKYKL4GosiM

Li Şengalê her dem jiyan berî derketina tîrêjên rojê despêdike. Jinên Şengalê berî derketina rojê radibin û bi amadekarî hilatina wê pêşewazî dikin û pêre duayan dikin. Ji bo qedandina kokên vê jiyana xwezayî 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û komkujî ser Êzidiyan kirin. Çeteyên weke tariya şevê bi ser Êzidîxanê de çun 5 hezar jinên Êzidî revandin û heta niha jî aqubeta gelek ji wan nediyare. Yên ji destê çeteyan xilsabûn bi rojan di rêyan de man, ji ber kulmek av peyîdanekirin vexwin gelek ji wan ji tîna jiyana xwe ji dest dan. Yên ji van hemû şopên fermanê karî xilasbibin her yek bi aliyekê ve çun û li deverên cuda li benda azadiya Şengalê û vegera Êzidîxanê bûn.

Piştî azadkirina Şengalê ji nû ve vegera ser axa pîroz despêkir û hîna jî dewam dike. Jinên wê demê bi bez ji axa xwe veqetiyane û dur ketine niha hîn zêdetir qîmeta wê dizanin û bi kedek mezin Şengalê ji nû ve ava dikin. Di vê meha nîsanê ya ji bo wan pîroz de xebatên çandina daran dane despêkirin. Ji 4’ê Nîsanê heta 14’ê Nîsanê ango Cejna Çarşema Sor bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hezar dar hatin çandin û hîna xebatên wan ên ji nû ve avakirinê dewam dike.

“ME Dİ KAMPAN DE PİR ZEHMETÎ DÎT”

Jina bi navê Henîf Qaso ya ku ji neçarî koçî kampan bibû behsa rewşa xwe ya di kampan de kir û wiha got: “Ev ne demeke dirêj e ku em vegeriyane ser axa xwe. Ji dema fermanê ve, em di kampan de bi cih bibûn û me gelek zor û zehmetî dikişandin. Gelek bûyerên xerab mîna şewatê di kampan de diqewimîn û gelek kesan ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye.”

Henîf diyar kir ku di fermanê de herî zêde jinên Êzidî hatine hedefgirtin û ev anîn ziman: “Jiyana me berî fermanê pir xweş bû û me tu zehmetî nedikişand lê piştî fermanê em rastî gelek zor û zehmetiyan hatin û herî zêde jinên Êzidî hatin hedefgirtin. Piştî rizgarkirina Şengalê, tevî zor û zehmetiyan jî em vegeriyan ser ax û milkên xwe û niha em pir kêfxweş in.”

“AXA MİROV Jİ HER DERÊ XWEŞTİRE”

Asiya Simo jî mîna Henîf çendek berê vegeriyaye ser axa xwe, li ser jiyana xwe axivî û wiha got: “Ev ne demeke dirêj e ku em vegeriyane Şengalê. Me di kampan de pir zehmetî dît. Axa mirov ji her derê xweştir e lewma ez bi hêvî me ku hemû xelkên me vegerin ser axa xwe…”

“ŞENGAL Jİ HER DERÊ XWEŞTİR E”

Nadir Elyas diyar kir ku ew bi vegera xwe pir kêfxweş in û wiha got: “Em bi vegera ser erdê xwe pir kêfxweş in. Em ê ji nû ve jiyana xwe ava bikin, ger em bi xwe alîkariya xwe nekin tu kes alîkariya me nake. Tevî ku em niha ji ber feqîriyê pir zehmetiyan dibînin jî em razî ne ji ber ku em li ser axa xwe ne ev tenê besî me ye. Ez bang li hemû xelkên me dikim ku vegerin Şengalê, ji ber ku jiyana Şengalê ji her deverê xweştir e.”

ÇAVKANÎ: ALMAS NAYIF-ŞİNGAL-JİNNEWS

Show More
Back to top button