‘Em di avakirina xweseriya Şengalê de bi biryarin’

Xelkê me ev 45 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê bi zarokên xwe re parastina xwe dikin

Xelkê me ev 45 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê bi zarokên xwe re parastina xwe dikin. Di vê çalekiyê de jin jî cihê girtin û rengê xwe ya berxwedanê nîşan didin.

Rojane serdanên konê berxwedaniyê pêk tên û jinên Şengalê jî bi biryardariyek mezin xwedî li çalakiyê derdikevi û pêşengtî dike.

Jinên ku tevlî çalakiyên xwedîderketina li asayîşê dibin ji jinnews re nêrînên xwe anîne ser ziman û dibêjin; “Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Em di avakirina xweseriya Şengalê de bi biryarin. Em bang li tevahiya êzidiyan dikin vegerin ser axa xwe.”

Day Xoxê Cindî yek jî wan çalakgera ne. Day Xoxê Cindî wiha got; “Em wek jinên êzidî heta asayişa xwe fermî nekin em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em ê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em baş dizanin ger em van çalakiyên xwe berdewam û bi hêz nekin wê tevahî keda me bê binpêkirin. Ji bo wê em weke dayik weke ciwan em ê ji bo avakirina Şengalê her tim xebatan bidin meşandin.”

Day Xoxê wiha pêde çu; “em îro bi saya fikrê Rêber Apo û şagirtên wî rizgar bûn û niha jî bi saya fikrê Rêber Apo xelkê Şengalê xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin. Ji vê saetê û şûnde tu hêviya me ji hikûmetan nîne. Çi dibêjin bila bêjin em ê xweseriya xwe avabikin.”

Wetha Hisên jî di nava çalakiyê de cih girtiye. Wetha Hisên jî ji ajansê re wiha gotiğe; “Îro şêniyên Xanesorê hatin serdana konê tevlî çalakiyê bûn. Em wekê xelkê Şengalê di çalakiya xwe de bi biryar in. Divê asayîşa me bê fermîkirin, ji bo fermî kirinê em di nava çalakiyan de ne. Her wiha tişta ji bo me girîng jî naskirin xweseriya Şengalê ye. Ev tişt jî bo me tişta herî esasiye. Heta ku em ji xwe re tiştek nekin, kesek din ji me re tiştek nake. Ez bang li tevahiya êzidiyên li wargehan dimînin dikin bila vegerin ser axa xwe. Bila bên em bi hev re carek din Şengalê avabikin.”

Endama Meclîsa Giştî ya Navenda Şengalê Semîre Seît jî ji rojnewsê re axivî û wiha got; “Dema ku ev asayiş hate avakirin kesek li me xwedî derneket, yên li me xwedî derketin keç û xortên Kurdistanê bû. Me bi xwe hêza xwe çêkir, em ê heta dawiyê li pişt hêza xwe ya parastinê û asayişa xwe bin. Heta niha me di nava zagonên Iraqê de çi edaleteke baş ji bo Êzidiyan nedîtiye. Banga min ji hemû Êzidiyên li derveyî Kurdistanê û li kampên Başur in vegerin Şengalê, Êzidî li dijî peyman û pîlanên heyî bi bin yek û bi îrada xwe û bi xweseriya xwe li ser axa xwe jiyan bikin.”

Show More
Back to top button