Êzîdiyên Efrînê li malê pîroz kirin

Li her cihê ku xelkê me heye Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi coşek mezin hate pêşwazî kirin û pîroz kirin. Êzidiyên Efrînê yên ku ji ber hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker neçar mabûn koçî herêma Şehbayê bikin, her sal Çejna Çarşema Serê Salê bi şahiyan pîroz dikirin lê îsal ji ber şewba koronayê her kes li malê dimîne

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Suad Hiso Çejna Çarşema Serê Salê li hemû gel pîroz kir û wiha axivî: “Çarşema Sor roja şînbûna erdê ye, li wir jiyanek bellî bû û ew jî roja vejînê ye.”

Suad Hiso li ser wateya Cejna Çarşema Serê Salê jî vana got “Çarşema Sor tê wateya ku jiyaneke nû tê afirandin ji ber wê jî jê re dibêjin teqîna mezin. Ew jî ronahiya Xweda ye û çar elementên ku pêwîstiyên mirovahiyê pê hene weke av, ax, ba û agir e, ev her çar elementên herî girîng in li ser rûyê erdê hatine dîtin.”

Suad Hiso li ser boyaxkirina hêkan jî axivî û got “Dema em hekan boyax dikin em wan hêkan li gorî demsalên salê boyax dikin. Hêk demsalan temsîl dikin. Dema ku hêk tên kelandin tê wateya cemidandina erdê, dema ku qalikê wê tê rakirin yanê em qeşayê ji ser erdê radikin. Ji ber vê jî hêk di Çarşema Sor de hêmaneke esasî ye.”

Suad Hiso li ser amadekariyên ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê jî got “Me komên xwe yê Ezda û Şengal yên çandî û zarok û ciwanê xwe û dawetên xwe yên olî amade kiribûn, lê ji ber rewşa şewba koronayê em îsal li malê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin.”

ÇAVKANÎ: ROJ DENÎZ-ŞEHBA-ANHA

Show More
Back to top button