‘Cejnê bi coş pîroz bikin û pîlanan vale derbixin’

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Serê Nîsanê li malbatên şehîdan, civaka me û hemû azadîxwazan pîroz kir û got divê civaka me di cejna Çarşema Serê Nîsanê de payamek zelal bide dijmin

Di daxuyaniya MXDŞ’ê de ev tişt hatin gotin;

“Cejna Çarşema Serê Salê ku cejnek pîroze û ji bo me bi wateye, em li gelê xwe, taybet jî li malbatên şehîdan pîroz dikin. Civaka me di dîrokê de tevî hemû hewldanên tinekirinê jî, ev roj parastiye û heya roja meya îro aniye. Gelê me di rojên dîrokî de derbas dibe, di nava pîlanên hebûn û tinebûnê dene. Lê ya girîng civaka me xwedî li nirxên xwe derdikeve. Xwedî derketina li Şengalê, erka li ser milê her kesên aştîxwaze. Ji ber ku xwedîderketina li Şengalê, xwedîderketina li nirxê xweye.

Ji bo ku gelê Şengal û civaka me, bingeha azadiya xwe û carek din ne êşin, pêwîste her kes taybetmendiyên civaka Êzidî li ber çavan bigre.

Tevî ku Iraq, dewleta Tirk û PDK’ê pîlanên xwe yên ji bo belavkirina Êzidiyan didin meşandin, lê gelê me bi ruhê berxwedana Şengalê pêşwazî li cejna Çarşema Serê Sala Êzidiyan dike û vê roja aştiyê bi coş pîroz dikin. Pêwîste gelê me cejnê de dû peyaman bide dijmin.

Ya yekem divê bêjin tevî hemû ferman û êrişan, civaka Êzidî dev ji çand û baweriya xwe bernedaye û bernade. Ya din jî gelê me cejna Çarşema Sor bi coş pîroz bikin û ji dijminê rojane bi şerê taybet dide xuyakirin ku Şengal valeye, peyamek zelal bidin. Çi qas cejn bi coş were pîroz kirin, gotinên dijmin jî ewqas vale derdikevin.

Em car din Cejna Çarşema Serê Salê li tevahiya civaka Êzidî û mirovahiyê pîroz dikin.

Em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo ku gelê me bikare bi cil û bergên xwe, bi zimanê xwe û li ser bîrûbaweriyên Êzdîtayê li ser axa xwe bi dilekî xweş, di nava ewlekariyê de rojên xweyên pîroz pêşwazî bikin, me berdelên giranbiha dane. Ji bo gelê me bi vî awayî û azad jiyan bike, heya dawiyê emê li ser şopa şehîdan bin û xwesteka şehîdan a Xweseriya Şengalê, bi têkoşîna gelê xwe misoger bikin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button