HDP’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir wiha got: “Em hêvî dikin ku cejn li şûna kîn û nefretê mizgîniya tenduristî, aştî û xwişk û biratiyê bîne”

HDP’ê ku partiyek li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kar û xebat dimeşîne bi daxuyaniyeke nivîskî Çarşema Serê Salê pîroz kir û bang li hemû mirovahiyê kir da ku dijî fermanên li ser civaka me rawestin.

Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser fermanên li ser civaka me hatine jiyîn û wiha pêde çû: “Em bang li hemû mirovahiyê dikin ku li dijî fermanên li ser Êzîdiyan raweste û li dijî sûcên dijî mirovahiyê piştevan be. Em hêvî dikin ku li Rojhilata Navîn, di serî de Êzîdî jiyaneke azad, wekhev, dad û aştiyê bijîn, em cejna gelê dêrîn Êzîdiyan pîroz dikin.”

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button