‘Çarşema Serê Nîsanê cejna avabûna gerdunê ye’

Civaka me di 74 Fermanan re derbas bûne, tevî wê jî pîrozbahî û kevneşopiyên xwe diparêzin. Cejna Çarşema Serê Nîsanê mîna cejna vejînê û avakirina gerdûnê tê pênasekirin û di hefteya duyemîn a meha Nîsanê de tê pîrozkirin

https://www.youtube.com/watch?v=h7FOuIH5J7Y

Çarşema Serê salê, wek destpêka saleke nû tê destgirtin. Çarşema Serê Nîsanê cejna civaka me ya herî naskirî ye, her sal di heftiya duyemîn a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gor baweriya xelkê me ev cejin sembola vejîn û başiyê ye, her wiha cejina herî mezin a di nav civaka Êzidî de ye. Baweriyên civaka me dibêjin di vê rojê de gerdun hatiye avakirin û wiha zindî li ser erdê dest bi jiyanê kirine.  Di vê cejinê de xelkê me hêkan dikelînin û renge reng dikin, ew hêk jî temsîla nû avakirina gerdunê dikin.

Jİ BO BEREKETÊ KULÎLKAN Bİ DERİYÊ MALÊ VE DİKİN

Civaka me bi hezarê salan e vê cejinê pîroz dikin, ji ber beriya her kesî şekil û çawaniya avakirina gerdonê dizanin. Di cejina Çarşema Serê Nîsanê de hêkan dikelînin, watedariya wê jî di hundirê hêkê de şiklê gerdunê didin nasîn. Berbanga sibeha cejinê her kesê zû radibe û berê xwe dide tîrêjên rojê û ji bo aşîtiya dunyayê dûa dikin. Paşê berê xwe didin çolê kulîlkên sor berhev dikin û di qalikên hêka de bi deriyê malê ve dikin, da xemla jiyanê xweşik bimîne.

Sibeha cejnê mirov berê xwe didin mezelên xizmên xwe û xwarinê li wir belav dikin. Roja cejinê nabe kes biçe ser karê xwe, her kes pîrozbahiyê dike. Li gor baweriya civaka me nabe kes di meha Nîsanê de bizewice, ew rêzgirtina xemil û bedewiya mehê ye. Gelek cejnên me hene her yek xwedî wateyek taybete û hemû cejin girêdana xwe bi xwezayê re heye.

Jina Êzidî Fîdan Emo ji Jinha re qala wate û giringiya Cejna Çarşema Serê Nîsanê kir.

“ROJA CEJNÊ EM 336 HÊKAN DİKELİNİN”

Fîdan li ser pîrozbahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em her sal cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin. ji xwe êrîşên li ser me têne kirin jî bi armanca dawîkirin û têkbirina çand û baweriyên me ne.   Dema em li Efrînê bûn, hemû Êzidiyan cejna xwe bi hev re pîroz dikirin û pir kêfxweşbûn. Serê sibehê em radibûn û me pêdiviyên cejnê amade dikirin, despêkê li zarokan paşê jî li her kesê belav dikir. Em hêkan bi rengên weke kesk, sor, zer û spî reng dikin, ev hemû reng jî li gor werzên salên e. LI gor salê 336 roj hene em jî li gor wê 336 hêkan dikin avê dikelînin û paşê li cîranan belav dikin. Piştî wê em bi şahiyekê cejna xwe pîrzo dikin. Her tiştê girêdayî xwazayê be em pîroz dibînin.”

“ÊRÎŞ Lİ SER BAWERÎ Û ÇANDA ME TÊ KİRİN”

Fîdan bal kişand ser êrîşên li ser baweriya civaka me û wiha pêde çû: “Di 9’ê Cotmehê de pilan li ser civaka Şengalê hatin pêkanîn, bi van pilanan dixwazin Kurdên Êzidî tune bikin, lê em bi komkujiyan û fermanan bi dawî nabin. Êrîşên niha li ser me tên kirin bi xwe ferman e. Di sala 2014’an de dewelta tirk çeteyên xwe şandin Şengalê lê hemû pilanên wan vala derketin, Îroj dîsa em Kurdên Êzidî li ser lingên xwe sekinîne û em pilanên wan şermezar dikin. Dema Êzidiyan çavê xwe li cîhanê vekirin rastî êrîş, êşkence û fermanan tên lê dîsa jî em ê li ber xwe bidin û wê serkeftin ya me be.”

ÇAVKANÎ: DILUCAN OBZÎ-KOBANÎ-JİNHA

Show More
Back to top button