Bi hemleya çandina daran Şengalê şîn dikin

Jinên Êzidî bi boneya şînkirina Şengalê ji 4’ê Nîsanê ve despêkirine li gelek deveran daran diçînin. Li ser projeya Koma Piştevaniyê ya Wexfa Jinên Êzidî bi jinên Şengalê re dayî despêkirin bi 4’ê Nîsanê re dest bi çandina daran kirine

https://www.youtube.com/watch?v=DHBB4YRMQfw

Bi tevlîbûna TAJÊ’ê li ser pênc ziyaretên cuda dar hatin çandin.

Endama Koma Piştevaniyê ya Wexfa Jinên Êzidî Feride Şengalî di derbarê projeya wan ji 4’ê Nîsanê ve dane despêkirin got: “Me li Şengalê pêngava çandina daran daye despêkirin. Bi piştevaniya gelek sazî û kesayetên xêrxwaz me vê hamlê daye despêkirin. Despêkê me bi şînkirina derdora 23 ziyaretan dest bi karê xwe kir. Di çarçova vê hemlê de dê hezar dar bên çandin. DAIŞ’ê herî zêde êrîşî cihên me yên pîroz kirin. Me jî li Şengalê di çarçova xebatên ji nû ve avakirinê de despêkê ji şînkirina ziyaret û cihên pîroz despêkir. Her çendî dijmin êrîşî vî warê pîroz bike û hewilbide xirabike jî emê ji nû de şîn û xweş bikin. Îro jî me li  sê deverên cuda dar çandin. Herî zêde jî em darên fêkiyan diçînin. Ji ber jin zêdetir nêzî xwezayêne, ji ber  wê jî me bi jinan re dest bi vê hamlê kir.”

Jinên beşdarî pêngava darçandinê bûn bi kêfxweşiyek mezin li pesarên çiyê giyan dan darên çandî. Endama Tevgera jinên Êzidî (TAJÊ) ê Emşe Şengalî ya tevlî pêngava darçandinê bûyî diyar kir ku wan di nava rojê de li sê deverên cuda dar çandin û wiha dom kir: “Çiya û ziyaretên me, ji bo me cihên pîrozin û em dixwazin li van cihên pîroz xwedî derkevin. Em dixwazin her derê şîn bikin. Bi tayîbet meha nîsanê despêka biharêye û bedewiya xwe ji şînkahiyê digire, em jî dixwazin bi çandina daran cejna xwe pîroz bikin. Ji bo me dar sembola pîroziyê ne. Em bi saya Rêber Apo hatin van rojan. Fikir û felsefeya wî neba em ê îro ne li van çiyayan bana. Bi saya wî em îro li van çiyayan daran diçînin û li van çiyayan carekdin tovê jiyanê diçînin.”

ÇAVKANÎ; ELMAS NAIF-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button