Li Şengalê cejna Çarşema Serê Salê despêkiriye

Li Şengalê ji çarşema derbasbûyî ve cejna Çarşema Serê Nîsanê despêkiriye û dê heta çarşema duyemîn a Nîsanê dewam bike. Jinên Şengalê yên bere de amadekariya cejnê kirine cilên bi rengê biharê li xwe kirine û bi amadekarî tevlî pîrozbahiyên cejnê dibin

Her sal bi hatina biharê û bi tayîbetî jî meha Nîsanê re li Şengalê pîrozbahiyên Çarşema Serê Nîsanê despêdikin. Ji çarşema despêkê heta çarşema duyem a Nîsanê cejin dewam dikin. Jinên berê de amadekariya cejnê kirine û gelek xwarinên di çanda wan a qedîm de giring amadekirine cilên ji rengê kulîlkên Nîsanê jî li xwe dikin û bi xemil tevlî pîrozbahiyan dibin. Jinan derbarê amadekariyên cejnê û wateya wê ya weke çandek kevnareye nirxandin kirin.

“EM DERİYÊN XWE Bİ KULÎLKÊN NÎSANÊ DİXEMÎLÎNİN”

Besê Fano destnîşan kir ku Çarşema Serê Nîsanê ji bo wan gelek bi wateye û wiha domand: “Çarşema Serê Nîsanê ji bo me serê salê ye, rojeke gelek xweşe û giringe ji bo me. Em êvarê karê xwe dikin, diçin ziyareta goristanan, hêkan jî reng dikin û em sewqa dipêjin. Beriya cejnê em diçin ser goristanê piştî wê tên malê û eyda heval û cîranên xwe hemuyan pîroz dikin. xweziya hemu Êzîdî li vê derê bana û me cejna xwe bi hevre pîroz bikira. Di rojên cejnê de em deriyê xwe bi kûlilkên Nisanê, hevîr û qalikê hêkan di xemilînin, wateya wê ji bo bereket were malê ye. Em dixwazin miletê me yê derveyî Şengalê vegerin ser erdê xwe û li ser xaka xwe cejna xwe pîroz bikin.”

“EM JİNÊN CİWAN PARÊZVANÊ ÇANSA XWE NE”

Ciwana bi navê Elmas Serhan jî bilêv kir ku weke jinên ciwan ên Êzidî ew li bawerî û çanda xwe xwedî derdikevin û wiha pêde çu: “Em gelek kêfxweşin piştî 74 fermanan a herî giran cardin weke miletê Êzidî me kariye xwe kom bikin û li ser axa pîroz Êzidîxanê cejna Çarşema Sor pêşewazî dikin û pîroz dikin. Ev tê wateya ku çi jî bibe gelê Êzidî dev ji edet û taqelîdên xwe bernadin. Ez vê cejnê li tevahî gelê Êzidî pîroz dikim û ji xwedê dixwazim ku cejnên me yên bên bi xweşî û aramî be.”

“EV CEJİN Jİ BO ME GELEK GİRİNGE”

Jina ciwan a xwe bi rengên biharê pêçayî Razna Hisên jî cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahî Êzidiyan pîroz kir û wiha got: “ Em cejna xwe li Geliyê Kersê piroz dikin. Em bi hatina vê roja cejnê pir kêfxweşin. Ez vê cejnê li tevahî gelê Êzidî û li malbata xwe pîroz dikim. Ev cejin ji me re pir girînge ji bo wê bitaybet divê weke ciwan em cejên xwe û baweriya xwe biparêzin. Herî dawî daxwaz dikim ku tevahî gelê me yê Başûrê Kurdistanê vegere ser erdê xwe.”

ÇAVKANÎ: ELMAS NAYIF-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button