‘Bi berxwedanê emê tevahî lihevkirinan têk bibin’

Endamê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Silêman Cefer jî anî ser ziman ku lihevkirinên li ser Şengalê tolhildana DAIŞ`yê ye û ev lihevkirin bi saya berxwedana şêniyên me yên li Şengalê û xwedîderketina xelkê me li rêveberiya xwe ya xweser, dê têk biçe

Silêman Cefer diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê derfet da DAIŞ`ê ku sala 2014`an êrişî Şengalê bike û komkujiyan li dijî civaka me pêk bîne û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ`ê di 13`ê Tebaxa 2014`an de bi awayekî hovane êrişî Şengalê kir.”

Piştî îmzekirina lihevkirinê ji aliyê serokê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan, serokê hikumeta Iraqê û nûnerên PDK`ê ve, pêşmerge ji Şengalê vekişîn û şênî bi DAIŞ`ê re rû bi rû hiştîbûn. Li ser vê mijarê jî endamê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Cefer wiha axivî: “Neviyên Osmaniyan Tirkan bi rêya lihevkirinê xwest nasnameya herêmê ya kurdî tune bikin. Ji bo ku bibe destpêka wêrankirina projeya li Rojava anku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.”

Cefer ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Komek şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) derbasî Şengalê bûn, korîdorek mirovî ji bo şêniyan vekir û ew ji destê DAIŞ`ê xilas kir.”

‘BI HÊVIYÊN NÛ BIRÎNÊN XWE DERMAN KIRIN’

Cefer wiha pê de çû: “Piştî avakirina Hêzên Berxwedana Şengalê (YBŞ û YJŞ) û asayîşê, piştî ku şerê rêxistinên terorîst kirin û axa xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin, birînên xwe bi hêviyên nû û projeya Rêveberiya Xweser derman kirin, xwe, ola xwe û çanda xwe parastin.”

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sala 2017`an, Şengal li ser astên siyasî, aborî û çandî bi pêş ket.

‘LIHEVKIRINÊN LI SER ŞENGALÊ TOLHILDANA DAIŞ`Ê YE’

Her wiha Cefer da xuyakirin ku piştî tunekirina DAIŞ`ê, têkbirina komployan û lihevkirinên li dijî şêniyên Şengalê, dewleta Tirk, hikumeta Iraqê û PDK`ê ji bo ku tola DAIŞ`ê hewl da lihevkirinên din îmze bikin. Herî dawî hêzên xwe li ser sînorên Şengalê kom kirin, dem demê gefan li şêniyên Şengalê dixwin.

Cefer destnîşan kir ku ruxmî tevahiya lihevkirinan û komployan, şêniyên Şengalê bi berxwedana xwe ve girêdayî ne û xwedî li rêveberiya xwe derdikevin û qebûl nakin tu alî mudaxeleya herêma wan bike.

Cefer di dawiyê de piştrast kir ku şêniyên Efrînê û êzidiyên Efrînê dê piştgiriya berxwedana Şengalê ya li hemberî komployên li dijî wan bikin.

ÇAVKANÎ: ALAN REŞÎD- ŞEHBA-ANHA

Show More
Back to top button