Li Şengalê şehîdên fermanê hatin bîranîn

Li Şengalê şehîdên fermana 2014’ê hatin bi bîr anîn, jinên Şengalê li ser goristanê hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ewê girêdayî keda zarokên xwe bin

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hikumeta Îraqê û PDK’ê civaka Êzidî li Şengalê di nava destê DAIŞ’ê de bi tenê hêla. Şervanên HPG/YJA Starê bi hewara wan de çun û ew ji fermanê xelas kirin. Piştî ku Şengal hat rizgarkirin û hinek ewlehî çêbû şervanên HPG/YJA Starê ji Şengalê derketin. Şengaliyan bi daxwuyanî û çalakiyên cuda roja derketina wan a ji Şengalê bibîrxistin û ji bo bîranînê serdana goristanê kirin.

“EM KEDA WAN Jİ BÎR NAKİN”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ) Edûl Şemo di derbarê girîngiya li ser goristanê hestên xwe wiha anî ziman: “Em weke gel pir xemgîn bûn deman gerilayên HPG/YJA Starê derketin. Ji ber wan em ji fermanê rizgar kirin û bûn sedem cardin em vegerin ser erdê xwe. Rexmê PKK’ê em ji fermanê rizbar jî kirin lê hertim dewleta Tirk û heval bendên xwe bi heceta PKK li vire bi balefiran dihat ser me. Li pêş çavê tevahî cîhanê PKK ji Şengalê derket lê hîna jî bi heman hincetê gefan li me dixwin. Em bi tû awayî van gefan na pejirînin. Em wê heya dawî keda PKK’ê li vê axê de dayî bi parêzin û xwedî li Şehîdên xwe der kevin.”

“EM BİXWAZİN WÊ CARDİN ME BİPARÊZİN”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ) Nafya Mêşo jî bi heman awayî keda li ser axa Êzidxanê hatî dayîn wiha pênase kir: “Ez di serî de Şehîdên 74 fermanan bi bibîrtînim, îro ji me re rojek xweş û nexweşe ji ber PKK’ê ji mere gelek xebat kir, wan em ji fermanê xelas kirin. Em pêkeyfxweş bûn ji ber bi serbilindî ji ba meçûn, ez hemû gerîlayên PKK’ê silav dikim. Em xemgîninin ji ber çûyîna wan li ser me hîna jî gef heye me nedixwest gerîla biçin. Niha rexmê PKK li vir nînin jî gefan li me dikin û bi gotina PKK li vire dixwazin hêz û deskeftiyên me bi çewisînin. Em weke dayik û jinên Şengalê em rê ndadin vê yeke, emê heya dawî tekoşîn bikin û xwedî li keda şehîdên xwe derkevin.”

Show More
Back to top button