Meclîsên Ereb ên Şengalê: Em peymanê qebûl nakin

Meclîsên Ereb ên Şengalê serdana çeperên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kirin. Ev serdana ku li Hesawîkê destpêkir li Medîbanê bi dawî bû

https://www.youtube.com/watch?v=8AkJNSFdXco

Di serdanê de Meclîsên Ereb ên Şengalên diyar kirin ku wê peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de qebûl nekirin û Şengalê biparêz in.

Endamê meclîsa Medîbanê Ebu Zeyd di axaftinên xwe de derbarê şervanên YBŞ’ê de wiha axivî; “Di Şengalê de şervanên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) nine. Hêza ku li vêderê heyî şervanên YBŞ’ê ne û hemû zarokên Iraqê ne.”

Endamê Meclîsa Medîbanê Xalid Deham jî wiha axivî: “Em jî wek Meclîsa Medîbanê em dibejin ew şervan zarokên Iraqê ne. Em şer naxwazin. YBŞ hemû bira û zarokê Iraqê ne. PKK li ser xaka Şengalê nine . Ji bo vê jî  ti hêzên derweyî YBŞ’ ê,  mina Tirk, Îranî û hwd. em li ser xaka xwe naxwazıin. Peymana  ku di destê hikumeta Bexda û Hewlerê li ser  Şengalê hatiye çêkirin em qabul nakin.”

‘EM DİSAN AMADENE XAKA XWE BİPARÊZİN’

Yêk jî endamê Meclîsa Medîbanê Ehmed Hiveyan Casim got: “YBŞ hemû zarokê me ne. Em naxwazin kesek ji derve  were û parastina me bike. YBŞ bi alîkariya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ ê  ew xak rizgar kir û YBŞ bi vê zanebûnê  me diparêze. Yê ku vêderê şehîd dane ev xak parastine zarokê me jî bûn. Em disa hazirin xaka xwe biparêzin şehadetan jî bidin. “

Endamê Meclîsa Xeta sinor Ferec Xelef Zahir wiha anî ziman: “Wek gelê Şengalê  ji dema rizgarkirina Şengalê û wir ve me pir zehmetî  kişand. Ti pirsgirêka me jî bi artêşa Iraqê re jî nîne. Em dikarin di eynî çeperan de jî bimînin.  Çi Ereb bin çi Êzidî bin tevahî  şervanên me qehremanin. Em ti mûdaxaleyên derve yê  li dijî yekîtî û pergale me tên ser me  em  qabul nakin. Em ji yek çand û netewê derbasî pevajoya yekbuyînê bûn. Ji ber ku dema em bi şiklekî yek netew û yêk çand  jiyan dikir dest avêtin ser jin û xaka me û ji bo wê ji em nahelin ne ji derve û ne jî ji hundir de kes destwerdana me bike.”

‘Dİ SALA 2018’AN DE PKK Jİ ŞENGALÊ DERKET’

Herî dawî Endamê Meclîsa Xeta Sinor Ferec Xelef Zahir got: “Ev şervan hemû xwedî malbatin. Eger Artêşa Iraqê  alîkarî bikin ser çavan, eger ku alîkarî nedin em hazirin xaka xwe biparezin. Di sala 2014’an de PKK bi tifaqê ji bo parastina me berê xwe da Şengalê, Şengal rizgar kirin û radestî şervan û gelê Şengalê kir. PKK di sala 2018’an de derket. Eger destê kesekê bi ajantî ketibe nava xwîna şervanê me û gelên Ereb û Êzidî de hebe em ê hesab jê bixwazin.”

Piştî ku endamên Meclîsa Xeta Sinor û Meclîsa Medîbanê serdana şervanên YBŞ’ê kirin bi hestekê kelecan soza serkeftina Şengalê dan.

ÇAVKANÎ: HÊJAR AVESTA-ŞİNGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button