Name ji civaka navneteweyî re şandin

29 sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê bê betalkirin û xwedî li Şengalê bê derketin, nameyeke hevpar nivîsîn

29 partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê name ji Wezîrên Karên Derve yên DYE, Fransa, Elmanya, Iraq û Îngilistanê, her wiha ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re şandin.

Di nameyê de ku ji bo Wezîrên Karên Derve yên DYE, Fransa, Elmanya, Iraq û Îngilistanê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re hate nivîsandin, tirs û fikarên li ser Şengalê hatin vegotin.

BERFİREHİYA NAMEYÊ WİHA YE:

“Bi navê sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê kar dikin, têkildarî rewşa heyî û paşeroja Şengalê em bi fikar in, ku Şengal ji bo Êzidiyan hemûyan cihekî stratejîk e. Piştî qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê sala 2014’an li dijî Êzidiyan kir, em li bendê bûn ku wê guhertineke bingehîn a perspektîfî bê kirin.

Mixabin em dibînin ku hikumetên Bexda û Hewlêrê dersek ji vê qirkirinê dernexistine û nêrîna wan a li Êzidiyan jî neguheriye.

Peymana navbera Bexda û Hewlêrê, îrade, destketî û saziyên demokratîk ên civaka Êzidî ji nedîtî ve tê, şert û mercên ku bûne sedema qirkirinê ji nû ve ferz dike. Ev peymana ku bêyî bi Êzidiyan bê şêwirandin hate amadekirin, li nava civaka Êzidî bi ti awayî rewa nîne, derbasdar nîne. Ji bo Êzidiyan pêwîstî rêveberiyeke demokratîk a hevpar heye ku statuya Êzidiyan lê xweser be û karibin xwe bi xwe biparêzin. Çareserî tunekirina destketiyên heyî nîne, çareserî parastin û mayindekirina derfet û saziyên heyî ye.

Pêwîstî bi Êzidxaneke welê heye ku ji nû ve ava bûye, Êzidî lê vegeriyane, xwedî rêveberiyeke piralî û demokratîk, bi cîranên xwe re di nava aştî û xweşbîniyê de ye.

Di encama gefên Erdogan de ku li Rojhilata Navîn piştgiriya hemû rêxistinên cîhadîst dike, hikumetên Hewlêr û Iraqê bi zorê di bi navê ‘qanûn û sîstema dewletê’ de hewl dide dest deyne ser îradeya Êzidiyan, ku ev yek ji bilî piştgiriya ji bo siyaseta qirkirinê nayê ti wateyê.

Daxwaz û rica me ji we ew e ku di vê mijarê de derfetên xwe bi kar bînin, bandoreke erênî li hikumetên Bexda û Hewlêrê bikin û tevkariyê li peydakirina çareseriyeke hevpar a bi nûnerên civaka Êzidî re bikin.”

Sazî û partiyên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ne:

YNK (Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê)

Tevgêra GORRAN

KCDK-E (Kongreya Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)

TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)

Partiya ŞÛÎ ya Kurdistana Başûr

Kongreya Star (Rêxistna Jinên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê) Europe

Partiya Zahmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)

Tevgêra Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)

P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê)

Partiya Çep a Kurd a Sûrî

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya.

PÇDKS ( Partiya çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê)

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya( El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li Sûriya.

Partiya Rêkeftina Kurd a Sûriyê

Partiya Çaksaziya Kurd a Sûriyê

Partiya Kesk a Kurdistanî a Sûriyê

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyê

Partiya Komanist a Kurdistanî a Sûriyê

PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)

KKP ( Partiya Kominist a Kurdistanê)

Tevgera Kawa

PJAK(Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)

Yakitiya Şorşgêrî a Kurdistanê

KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistanê)

KJAR (Civaka Jinên Rojhilat a Kurdistanê)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat a Pêşverû ya ya Kurdî ya li Sûriyê

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistanê)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Islamî ya Kurdistanê)

Enstituta Kurdî – Elmanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistanê)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamya

Partiya Azadiyê Mezopotamya

Kurdistan human rights Association”

ÇAVKANÎ:ANF

Show More
Back to top button